Dewleta Tirk bombe li gundekî Zirganê barand

Dewleta Tirk a dagirker piştî Eyn Îsayê bombe li gundê Til Emîr ê navçeya Zirganê barand.

Bombardûman bi dema herêmê saet di 15:40'î dest pê kir. Êriş li ser gundê Til Emîrê hate kirin ku li bakurê Zirganê ye û bi 2 kîlometreyan dûrî eniya şer e.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmê saet di 09:40'î de jî bombe li gundê Dibisê yê li rojavayê Eyn Îsayê û Rêya Bejahî ya M4 barandibû.

Dewleta Tirk rojane êrişê dibe ser qadên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yekser êrişî sivîlan dike. Ji destpêka salê ve bi dehan sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li herêmên dagirkirî jî bi rêk û pêk sûcên şer têne kirin. Revandin, talankirin, êşkence, înaz, destavêtin bûne karên sereke yên dagirkeran.