Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya

Bi hezaran kes li Kobanê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku zêdeyî saleke bi çalakiyên cuda li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin, îro li Kobanê meşeke girseyî hebû.

Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Jin a Azad li hev civiya û ber bi Qada Aştiyê ve meşiya.

Çalakî li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê. Endama Koordînasyona Kongreya Star û Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan ferz dike, wan jî dest bi pêngava azadiya fîzîkî ya rêbertî kirin û heta ku ev tecrîd tê rakirin ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin.

Sara Xelîl çalakiya "Keştiya Azadiyê" ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hate destpêkirin silav kir û anî ziman ku eger Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe û gelên Rojhilata Navîn jî azadî û jiyana bi rûmet di welatê xwe de bi dest naxin.

Sara Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk nahêle ku gelê herêmê azad û bi rûmet li herêmên xwe bijîn û êrişan li dijî sivîlan pêk tîne.

Di çalakiyê de biryardariya têkoşîn û berxwedanê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate nîşandan.