Li Helebê ji bo Endamê Hêzên Komondosê kona sersaxiyê hat vedan

Bi sedan kes li Helebê serdana kona sersaxiyê ya ji bo şervanê Hêzên Komondosê Husam Cuma (Şervan) yê li Reqayê şehîd bû kirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê herikîn bin konê sersaxiyê ya şehîd Husam Cuma (Şervan). Şervanê Hêzên Komondos Husam Cuma dema li erka xwe ya leşkerî bi cih dianî 4'ê Mijdarê li bajarê Reqayê şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd konê merasîma şehîd Husam Cuma li qada Şehîdan a li rojavayê taxê veda.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs, Şêx Elî El-Hesen axivî û got: “Şehîd namirin, ji ber ku parastina me kirin da em bi rûmet bijîn. Em bi saya şehîdên xwe mafên xwe bi dest dixin, wê demê çima dema em şehîdan oxir dikin, em digirîn? Berovajî vê divê em bi tilîliyan wan oxir bikin.”

Şêx Elî destnîşan kir ku bajarê Efrînê û herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, wê tenê bi xwîna şehîdan û ewladên herêmê rizgar bibin.

Endama Rêveberiya Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt a taxa Eşrefiyê Gulê Beko jî axivî û got: “Şehîd canên xwe dikin pir a ku gel ber bi ewlehî û azadiyê ve dibe. Bi saya xwîna wan îro gelê herêmê bi ewle û îstiqrar dijî û bi saya keda şehîdan destketî hatin bidestxistin.”

Her wiha Endamê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo Ehmed Cafer jî diyar kir ku hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Sûryan û Asûr li dijî dewleta Tirk a dagirker disekinin û parastina herêmên xwe dikin. Ji lew re vîna wan xurt e û wê tu carî neşkê.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Eşrefiyê Sozdar Reşo axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Sozdar Reşo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov, şermezar kir.