Dirbêsiyê xwe li dijî dagirkeriyê amade dike

Yek ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker gefê lê dixwe, Dirbêsiyê ye. Ji fermandarên ku tevlî amadekariyên parastinê bûne Berxwedan Korşît got, "Bi navê zarokên vê xakê em amade ne, em ê li ber dagirkeriyê rabin."

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê, hêzên xwe yên parastinê ava dike.

Ji fermandarên ji Dirbêsiyê Berxwedan Korşît ku tevlî pêvajoya avakirina parastina Dirbêsiyê bûye wiha axivî, "Ez li vî bajarî ji dayik bûm û zarokatiya min li nava van kolanan derbas bû. Em ê dest ji vir bernedin."

Berxwedan Korşît anî ziman ku dewleta Tirk gefa dagirkeriyê li Dirbêsiyê dixwe û têkildarî amadekariyên xwe ji ANF'ê re axivî, "Xelkê Efrînê ji bo bûyerên li Efrînê û Serêkaniyê qewimîn dubare nebin, li dijî êrişan amadekariyên mezin dike. Bi hezaran mirov ji bo parastina bajêr li hev dicivin û yekîneyên xwe ava dikin. Ji koçberiya bêdawî re êdî bes e. Dewletekê jî guh neda bangên li Efrîn û Serêkaniyê hatin kirin. Ji ber vê yekê gel bi erka xweparastinê radibe. Êdî ne li benda kesî ye. Ez bi xwe jî ji bo parastina bajar, xak, gel û nirxên xwe bi erk û wezîfeya xwe tevdigerim."

Berxwedan Korşît bi dewamî qala gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Dirbêsiyê kir," Yek ji armancên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Dirbêsiyê ew e ku dîrok û cografya wê ye. Xelkên li bajêr û gundên wê dimînin xwedî dîrokeke kevnare ye. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van êrişan û dagirkeriyê vê dîrokê ji holê rake. Dixwaze dîrokê binax bike û gel qetil bike. Ev bajar ji xwe berê kirin du parçe. Dema ku weke Serêkaniyê-Ceylanpinarê sînor danîn, hingî bajar bû du parçe. Dixwazin aliyê wê yê din jî dagir bikin."

'EM Ê BI HEV RE LI BER DAGIRKERIYÊ RABIN'

Berxwedan Korşît got, "Dema ku bi erka parastinê radibim zarokatiya min tê bîra min û ji vê yekê hêzê digirim. Meşa min a li nava van kolanan, liv û tevgera min, henekên zarokatiyê, kenê me hemû li vî bajarî bûn. Lewma dest ji vî bajarî bernadim" û wiha dewam kir, "Ez gihîştime wê hêzê ku di ber vê xakê re canê xwe feda bikim. Me berê digot 'ya serketin ya mirin'. Em êdî mirinê qebûl nakin û dibêjin 'ya serketin ya serketin'. Em zarokên vê xakê amade ne. Em ê li ber vê dagirkeriyê rabin. Em ê paşve gavê neavêjin. Bi hev re em ê li ber xwe bidin."