Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê şehîdbûyî bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Ebdurehman Remedan ê ku 9'ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, li navçeya Holê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan a Til Hemîsê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo li goristana şehîdan pêşwaziya karwanê cenazeyê şehîd Salih Remedan kirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û hemwextî wê beşdaran deqeyeke rêz girtin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Emrî axivî û got: "Pêwîstiya şoreşan bi name û xwînê heye, va me jî gelek xwîn da, nameya me nameya biratiya gelan e û em îro şehîdekî li pey şehîdekî vedişêrin da vê nameyê bigihînin cîhanê."

Xelîl Emrî bang li Konseya Ewlekariyê û civata navneteweyî kir ku piştgiriya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku projeya xwe ya biratiya gelan ava dikin, bike.

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Hisên jî axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û wiha pêde çû: "Di heman demê de em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan jî şermezar dikin. Li ser vê yekê divê em li dijî êrişên dijminane yên Tirk bibin yek, xwîna şehîdan li erdê nehêlin, ji ber ku layîqî rûmet û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmê ye."

Piştre li ser navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih Xelef axivî. Xelef li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga hevgirtin û bilindkirina asta têkoşînê kir.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Paşê beşdaran cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.