Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel li qadan bûn

Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî kirin.

Îro bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê hat silavkirin û hate gotin ku heya pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd ewê çalakiyên xwe bidomînin.

HESEKÊ

Meşa li Hesekê ku li ser bangewaziya Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dar ketiye, ji çerxerêya Kevokê ya navetasta bajêr destpê kir û li qada Şehîd Serhed a li taxa El-Miftî bi dawî bû.

Li qadê endama Kongreya Star Welîde Botî axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan lîderê azadiyê ye. Îro em dest bi qonaxa duyemîn a hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ dikin. Ta rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan wê çalakiya me berdewam bike. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn û berxwedanê mezin bike heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

KAMPA WAŞÛKANÎ

Li Kampa Waşûkanî bi sedan koçberên Serêkaniyê meşiyan û di dawiya meşê de daxuyaniyek da. Koçberan banga azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Meşa li kampê ji ber Nivîsgeha Meclisa Rêveberiya kampê destpê kir û li deriyê sereke yê kampê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna meşê, endama Kongreya Star Nûra Nezîr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî 23 salan ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, me dest bi vê hemleyê kir.

Civakên ku bi projeya neteweya demokratîk bawer kirin, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red dikin. Ji bo ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û ji bo gel ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

TIL TEMIR

Vê sibehê bi sedan şêniyên navçeya Til Temir ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest bi meşê kir, meşvan di kolanên sereke yên navçeyê re geriyan û li dawiya kolana Filistîn rawestiyan.

Li wê derê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser girîngiya berxwedanê hatin guhdarîkirin.

Piştre endama rêveberiya Kongreya Star Meryem El-Abdullah axivî û piştrast kir ku hemleya Dem Dema Azadiyê ye ji beriya zêdetirî salekê ve dewam dike û îro dikeve qonaxa duyemîn. Meryem destnîşan kir ku li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakiyên cihêreng bi awayekî zêdetir werin lidarxistin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tê.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê jî meşvan bi sedan şêniyên bajarokên girêdayî navçeyê “Ebidan, Erîşe, Mergede” ji navenda navçeyê dest bi meşê kirin û ber bi parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi rê ketin.

Li wê derê, endama Partiya Sûriya Pêşerojê Fatima El-Ewad û endama rêveberiya Kongreya Star li herêma başûrî Emîre Sed axivîn.

Fatima El-Ewad siyasetên navneteweyî û siyasetên dewleta Tirk li hemberî gelên aştîxwaz û li dijî lîderên aştiyê û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kir.

Emîre Sed jî destnîşan kir ku ji beriya 23 salan ve li girava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin û got: “Ew di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevdîtina parêzeran jî hatî qedexekirin, em heta niha nizanin bê çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan çi ye.”

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî ji navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi meşê kir. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mitîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongreya Satar a kantona Hesekê Lîlav Hesen axivî.

Lîlav Hesen daxuyand ku dijminên gelê Kurd li hev kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de girtin, lê belê nikarîbûn rê li birêxistinkirina gelan bigirin û bi saya felsefeya rêber Ocalan destkeftiyên giranbiha hatin bidestxistin.

Lîlav Hesen wiha dewam kir: “Gelên herêmê dê li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û dê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, têkoşînê dewam bikin.”

ŞEHBA

Girseya gel a koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê li ser rêya di navbera navçeya Ehdas û gundê Til Qirahê de kom bûn. Ji wir heta Kampa Serdemê ya li gundê Til Susin yê navçeyê meşiyan.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên “Azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye”, “Soza me ye ku pergala Îmraliyê hilweşînin û bi azadî bi Rêber Ocalan re bijîn”, “Êdî bes e tecrîd û dagirkerî” û “Dem dema azadiya Rêber Ocalan û rizgarkirina Efrînê ye” hildan.

Li qada Kampa Serdemê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star Şeziye Îbrahîm axivî û got: “Heta rêberê me azad nebe em rêya wî bernadin. Ji ber ku azadiya rêbertî azadiya hemû gelên bindest e.”

Şeziye destnîşan kir ku şert û mercên koçberiyê bandorê li berxwedana wan û piştgiriya ku didin hemleya Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane nake û got: “Bê serok Apo em azad nabin.”

Şeziye bang li civata navneteweyî kir ku rastiya giringbûna vê pêvajoyê nas bikin.

Şeziye bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhate û kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Paşê bi navê Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê Werde Şêxo axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe tevahiya gelan ji fikrê kapîtalîst û desthilata wê rizgar kir.

Werde piştrast kir ku jinan bi rêya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest xist û di civakê de roleke pêşeng lîst.

Werde bang li hemû jinan kir ku di qonaxa duyemîn a hemleya Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşînê mezin bikin.

Di mitîngê de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hat silavkirin.

KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir. Beşdaran sloganên ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin, berz kirin.

Hemleya “Dem dema azadiyê ye” ev zêdetirî salekê ye bi çalakiyên cuda li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye didome.

Li Qada Aştiyê meş veguherî mitîngê. Li qadê endama koordînasyona Kongreya Star û Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz dike, wan jî dest bi hemleya azadiya fîzîkî ya rêbertî kirin û heta ku ev tecrîd tê rakirin ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin.

Sara Xelîl çalakiya “Keştiya Azadiyê” ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin silav kir û anî ziman ku eger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe û gelê Rojhilata Navîn jî azadî û jiyana bi rûmet di welatê xwe de bi dest naxin.

Sara Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk nahêle ku gelê herêmê azad û bi rûmet li herêmên xwe bijîn û êrişan li dijî sivîlan pêk tîne.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarok û gundên girêdayî wan, bi beşdariya hemû pêkhateyan, endamên saziyên sivîl û civakî, nûnerên partiyên siyasî bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêber Ocalan e”, meşeke girseyî li dar xist.

Meşvan ji xaçrêya kolana Mûnîr Hebîb ve dest bi meşê kirin û berê xwe dan avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişlo. Beşdaran bi dirûşmeyên berz kirine, banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Her wiha pankertên bi nivîsên “Na ji bêdengiya navneteweyî re, Azadiya rêbertî azadiya mirovahiyê ye, Berxwedan Jiyan e” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû alên Kongreya Star rakirin.

Li pêşiya komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê, endama rêveberiya Kongreya Star a Qamişlo Menîce Heyder axivî û got: “Hemleya Dem Dema Azadiyê Ye dikeve qonaxa xwe ya duyemîn, bi vê boneyê em berxwedana Rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê silav dikin, Emê di qonaxa nû ya hemleyê de têkoşînê bilindtir bikin.”

Menîce Heyder her wiha teqez kir ku hemleyê li seranserê cîhanê deng veda û wiha lê zêde kir: “Wekî Kongreya Star em ê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemelya Dem Dema Azadiyê ye, zêde bikin heta ku em armanca sereke ya hemleyê pêk tînin. Rêber Ocalan xwedî li doza jinan derket û ji bo pêkanîna azadiya jinan têkoşiya, ji ber wê erka hemû jinên cîhanê ye ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê berdewam bikin.”

Menîce Heyder bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kir û diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û bi taybetî li dijî jinan e û got: “Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin.”

TIRBESPIYÊ

Bi sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke girseyî kirin.

Meşvanan pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên silavkirin berxwedana rêbertî hatin berzkirin.

Meşvan di kolana sereke û sûka navendî re meşiyan û li dawiya kolana giştî rawestiyan. Li wê derê meş veguherî mitîngê. Bi navê Kongreya Star Xermê Elî axivî û piştrast kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê wateya azadkirina civakê û wiha dewam kir: “Dagirkeriya Tirk di şexsê Rêber Ocalan de hemû gelên herêmê hedef digire.”

Xermê Elî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku yekser bikevin tevgerê, bi erkên xwe yê mirovî rabin, sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelên herêmên re deynin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa yên Kurd û Ereb li cem çerxerêya şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meş  li naverasta sûka navendî veguhirî mitîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Nezha Seyfudîn axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navneteweyî û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. Di wan êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne.”

Nezha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk û ji bo rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî hildin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi heman mebestî şêniyên navçeyên Girkê Legê ji kolana Şehîd Xebat meşiyan. Meş li naverasta navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Kongra Star Îhan Murad axivî û ev yek destnîşan kir: “Çalakiya me bi berxwedana li Îmraliyê ve girêdayî ye. Îro gelê Kurdistanê ji bo maf û doza xwe têdikoşin. Ev têkoşîn û berxwedan di bin sîwana Hemleya Dem Dema Azadiyê ya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, firehtir dibe.”

Îhan diyar kir ku hemle bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda berdewam e û wiha domand: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku wî rêgeza neteweya demokratîk pêşkêş kir.”

DÊRIK

Li Dêrikê jî şêniyan ji qada Azadî dest bi meşê kir.

Meş li ber çerxerêya Şehîdan a navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Endama Rêveber a Kongreya  Star a navçeya Dêrikê Wesfiye Musa axivî û got: “Jinên Rojava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê dikin û wê berxwedana xwe dewam bikin.”

Wesfiye daxuyand ku bi fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ji qeydên li ser hatine ferzkirin rizgar bû.

Têkildarî gefên serokê AKP`ê Erdogan ku dê herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, Wesfiye piştrast kir ku gelê herêmê gelekî şoreşger e û dê li hemberî êrişan li ber xwe bide.

Wesfiye di dawiya axaftina xwe de bang li PDK`ê kir ku guh bide daxwazên çalakvanên çalakiya Sêmalkayê û cenazeyên şehîdan radestî malbatên şehîdan bikin û ji xeta xiyanetê dûr bikeve.

 TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê şênî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Şêniyên navçeyê ji pêşiya çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi meşê kir û li çerxerêya Şehîdan a li naverasta wê meşa xwe bi dawî kir.

Di meşê de Endama Rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Rusul Hesen axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne û tecrîdê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dike.

Rusul banga berdewamkirina têkoşînê kir ta ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi navê hemû têkoşerên azad, em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bibin yek dengek.”

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên Sivîl ji çerxerêya qada Jin dest bi meşê kir û heta Meclisa Malbatên Şehîdan dewam kir.

Beşdaran dirûşmeyên ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê silav dikir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, berz kirin û pankertên bi nivîsên “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Ocalan”, “Azadiya Ocalan azadiya me ye” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.

Li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê, bi navê Kongreya Star a navçeyê Ayşe Mehmûd axivî û komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî silav kir. Ayşe anî ziman ku ji beriya 22 salan ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di oxira azadiya gelan de li Îmraliyê liberxwe dide.

Ayşe Mehmûd destnîşan kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva siyasetên dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên qonaxa duyemîn a hemleya “Dem dema Azadiyê ye” de, bi sedan şêniyên bajarê Heleb, nûnerên partiyan û saziyan li pêşiya hola civînan a li rojavayî ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, hildan.

Meşvanan li gelek kolanên taxê geriyan û li qada şehîd Gulê Selmo kom bûn. li wir, endama Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Koşan û bi navê Kongreya Star Cîhan Mihemed axivîn û destnîşan kirin ku gelên Rojhilata Navîn bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavbûna fikr û felsefeya wî re bêhna azadiya kirin.

Her wiha diyar kirin ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetek mezin da jinan da ku xwe di hemû aliyan de îsbat bike.

Di dawiya axaftinan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan hat kirin. Di dawiya mitîngê de axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser berxwedan û têkoşînê hatin guhdarîkirin.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî bi heman armancê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya avahiya meclisa navçeyê dest pê kir û di nav kolanên sereke de geriya. Di meşê de diruşmeyên “Bijî ramanê mirovahiyê, bimre komploya dewletên derve”, “Bijî Serok Apo”, “bemire Erdogan” hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên “Ji Rêber Ocalan re azadî” û “Em azadiyê ji Rêber Ocalan re biafirînin” hatin vekirin.

Meş li çexerêya şehîdan veguherî mîtîngê. Bi navê Kongreya Star a Til Hemîsê Ezarî El-Feyhan axivî û got: “Dem dema ku em dengê xwe bilind bikin û çarçoveya çalakî û pêngavên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û bêdengiya cîhanê û rêxistinên hiqûqî yên li hemberî  fireh bikin.”

Ezarî El-Feyhan wiha domand: “Divê hemû kesên bi rûmet û azadîxwaz ên cîhanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.”

Bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî Xalid El-Nayîf jî bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û wiha domand: “ Êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmên me delîlê ku Erdogan destûra pêkanîna sûcan wergirtiye.”

Xalid El-Nayîf banga xurtkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kir.

Bi navê rûspiyên Til Hemîsê, ji rûspiyên eşîra Şemer, Ehmed El-Şetî daxuyanî xwend, tê de sûcên Tirkiyê û êrişên wê yên bi balafirên bê mirov li ser welatiyan şermezar kir. Her wiha banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

RIMÊLAN

Li bajarokê Rimêlan jî, rêveberên jin ên Hêzên Parastina Civakê (HPC) daxuyanî da.

Endama rêvebe a HPC-JIN a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Ebdullah daxuyanî xwend û got: “Me îro dest bi çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan kir. Ji ber ku rêbertî nûnertiya vîna me ya azad dike.”