QSD’ê dewleta Tirk derewand
QSD’ê ji bo daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk ya dibêje ku li herêmên dagirkirî du endamên wan hatine şehîd xistin bi gotina “Li herêma navborî hêzên me tune ye” daxuyanî derewand.
QSD’ê ji bo daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk ya dibêje ku li herêmên dagirkirî du endamên wan hatine şehîd xistin bi gotina “Li herêma navborî hêzên me tune ye” daxuyanî derewand.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên Wezaretê Parastinê ya Tirk ku dibêjin hêzên wan êrişî herêmên dagirkirî kirine li ser hesabê xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Li gorî nûçeyên ku Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îro belav kir ku dibêjin şervanên me êriş birine ser herêmên dagirkirî û 2 şervanên me şehîd ketine. Ev nûçe derew e. Li herêma navborî tevgera hêzên me tune ye.”