YPJ: Em ê tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin

YPJ’ê têkildarê qetilkirina 3 endamên malbata Gulo ya beriya du rojan li Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatibû daxuyaniyek da û ragihand: “Heta gelekî bi vî rengî berxwedêr û qehraman hebe, wê tu carî dewleta dagirker negihîje armanca xwe.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrişa hewayî yadewleta Tirk a 09.11.2021 ya li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê li ser wesayîteke sivîlan pêk anî ku di encamê de 3 endamên malbata Gulo jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û got: “Em ê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û tekoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya YPJ’ê bi vî rengî ye:

“Ji destpêka şoreşa Rojava heya niha ev 10 sal in ku dewleta Tirk bi awayekî bê navber, bi rêya çete û hezên xwe yên çekdar êrişên qirkirinê li ser axa Rojava dide meşandin. Li hemberi wan êrişên hovane tu cari gelê me gav paşde neavêt û her tim bi ruhekî fedayî û seknekî bi rûmet xwedî li şoreşa xwe derket û heta roja me ya îro jî bi serfirazî têkoşiya. Li beranberî vê rastiya gelê me yê berxwedêr, dewleta Tirk her roj bi awayekî çavsorane li ber çavê hemû hêzên garantor êrişên cûr be cûr li ser herêma Bakur û Rojhilatê SûriyEYê pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser xwîna gelê me dijî, bi vî awayî dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi bidomîne.

Herî dawî dewleta faşîst ê Tirk bi balafirên bê mirov di dîroka 09.11.2021’an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo êrîşî wesayîteke ya sivîlan kir. Di encama vê êrîşê de 3 welatiyên me yên hêja û berxwedêr Yûsûf Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo bi awayekî hovane û derveyî exlaqê mirovatiyê hatin şehît xistin.

Di serî de em her 3 şehîdên xwe yên bi rûmet Yûsûf Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo ku li her qadên berxwedanê doza azadî û mirovatiyê didan meşandin, bi minnetdarî bibîr tînin û dibêjin em ê keda wan tu carî jibîr nekin. Xewn û xeyalên wan a Kurdistana azad em ê misoger bikin û ala şoreşê her tim bilind bikin. Şehîd Yûsûf Gulo hemû kêliyên jiyana xwe da, bi fedekarî û cesareteke mezin di têkoşîna azadiyê de cih girt û bi serfirazî jiya. Beriya şehadeta xwe wiha dibêje, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”. Em jî soz didin ku bi hêz û baweriya me ji şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr girtiye, em ê tu carî nehêlin ruhê berxwedanê lewaz bibe. Em ê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin. 

Dîsa ji bo malbata me ya hêja û welatparêz ya ku bûye sembola ked û fedakariyê em sersaxiyê ji wan re dixwazin û em dibêjin xwîna şehîdên me yên qehreman wê li erdê nemîne. Malbata me ya hêja ya Mala Gulo ji roja destpêka têkoşîna me ya azadiyê heta niha bi awayekî bi cesaret û bê dudilî barê şoreşê girtiye ser milê xwe û berdêlên giranbuha ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê dane. Ji bo azadiya gelê Kurd bi zanabûneke welatparêzî her tim cihê xwe di nava şoreşê de girtine û di vê oxirê de gelek keç û xortên xwe yên hêja şehîd dane. Ji bo daxwaz, hêvî û bendewariyên şehîdan û gelê xwe em şervan û parêzvanê vî gelî bi ruhekî fedayî di her kêliya jiyanê de em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em di vê baweriyê de ne ku heta gelekî bi vî rengî berxwedêr û qehreman hebe, wê tu carî dewleta dagirker negihîje armanca xwe û teqez em ê bi ser bikevin.”