YPG’ê 2 şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî

YPG’ê du şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî û got “Ciwanên qehreman ên gelên Kurdistanê ji bo xeyalên mezin canê xwe feda dikin û di dilê mirovayetiyê de cihekî mezin stendin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anî.

Di daxuyaniye YPG’ê de wiha hate gotin:

“Têkoşîna şoreşê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, di encama pêngavên dîrokî ya berxwedanê de îro li pêş çavê gelên cîhanê qehremantiyekî destanî ya mînaka wê nehatiye dîtin, derxistiye holê. Ev destanên qehremantiyê bi hêviyên azadiyê ya gelê me ve bû yekpare û bi xeyala welatekî azad ve tacîdar bû. Zarokên mêrxwas ên gelê Kurdistanê di oxira pêkanîna vê xeyala mezin de canê xwe bexişand, di dilê gelê me û mirovahiyê de cihekî mezin girt.

Rêhevalên me Gelî û Amed jî di vê destana qehremantiyê de ku li beramberî dagirkerî, her cure paşverûtî, faşîzm, qirkirin û DAIŞ’ê ku bûbû bela serê hemû cîhanê, navên xwe di dilê gelê me de nivîsandin.

Li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya ku komên çeteyan bê serûber tev digeriyan, El-Nusra, DAIŞ û herî dawî jî dagirkeriya Tirk êrişî nirxên gelê me dikirin, di şerê berxwedanê ya li hember van çeteyan de rêheval Gelî û Amed bi rihê seferberî tev lê bûbûn û herî dawî di şerê berxwedanê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. Ew, di her bostekî axa Kurdistanê de li dijî dijmin têkoşeriyekî bêhempa nîşan dan, fedakariyên xwe raber kirin û vê şerê rûmetê bi fedayiyane meşandin.

Rêheval Gelî bi destpêkirina şoreşê ve li Til Hemîs, Girê Spî, Ceza, Rabia, Şengal û Serêkaniyê, li dijî çeteyan, di sengerên herî pêş de şer kirinê ve qehremantiya xwe nîşan da û wekî şervan û fermandarekî xwe her tim bi serkeftinê ve girê da. Di berxwedana Girê Spî de, di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Rêheval Gelî bi hezkirina kûr a gel û rêhevaltiyê ve her tim bû çavkaniya kêfxweşiyê. Tu fedakartiyekî ku ew ji bo gel û hevalên xwe neke tune bû. Rêheval Gelî bi wan taybetmendiyên xwe ve di mêjî û dilê rêhevalên xwe de cihê xwe girt. Rêhevalê me Gelî ku ji ling, mil û çavê xwe birîndar bûbû tu caran van wekî astengiyekî li pêş şer nedît û li dijî dijmin şerkirinê her tim ji bo xwe wekî erkekî bingehîn dît û bi vî awayî tev geriya.

 

Rêhevalê me Amed jî bi sekna xwe bû sembola kedkariyê. Di hemû xebatên ku dimeşand de, her tim bi baldariyeke mezin nêz dibû. Kûrahiya ku di hestan de jiyan dikir, di rêheval Amed de kesayetekî kûr ava kiribû. Bi hestên şoreşgeriyê ve di kesayeta xwe de şervantiya azadiyê ava kiribû. Rêhevalê me Amed ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê yê Efrînê de girt, bi sekna xwe ya bi coş û kelecan ve di dilê gel û hevalên xwe de wekî qehremanek ku tu carî neyê jibîrkirin, cihê xwe girt.

Em, her du zarokên mêrxwas yên Kurdistanê ku, xwedî li nirxên pîroz yên gelê me û Rêbertiya me avakirî derketibûn û bi vê awayî nêzî erk û berpirsiyartiyên xwe bûbûn, bi mînnet û birêzdarî bi bîr tînin û di serî de li pêşberî malbatên hêja yên şehîdên xwe û tevahî gelên xwe, soza serkeftinê ku me da şehîdên xwe dubare dikin.”