Çalakvanên Sêmalka: PDK bi faşîzmê re hevkariyê dike

Çalakvanên li Sêmalkayê diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiyên xwe bi faşîzma Tirk re hevkariyê dike.

Çalakvanên li Sêmalkayê û dayikên şehîdan ji bo şermezarkirina helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê ya Başûrê kurdistanê radestî malbatên wan nake, çalakiya konvedanê ya di roja 39’mîn de berdewam dikin.

Endamên Kongreya Star vê sibehê ber bi herêma Cizîrê ve bi rê ketin da ku piştgiriya xwe bi çalakgeran re nîşan bidin.

Endamên Kongreya Star ji qada deriyê Sêmalkayê berê xwe dan deriyê Xabûrê.

Çalakvanan wêneyên şehîdên Xelîfanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star bilind kirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Li deriyê sînor ê Xabûrê piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Rîm Îsa axivî û got: “Em hemû kesên ku tevlî çalakiya konvedanê bûne û piştgiriya malbatên şehîdan kirine, silav dikin.”

Rîm Îsa bal kişande ser sînorên çêkirî yên bûne sedema perçebûna Kurdistanê û diyar kir: “Cihê mixabiniyê ye ku sînorên dijmin xêz kirine, li pêşiya gelê Kurd bê girtin da ku wan parçe bibe û yekîtiya wan ji hev bixe.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîm Îsa ragihand ku çalakiya konvedanê ket meha xwe ya duyemîn û PDK'ê hê jî bêdeng e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û helwesta xwe derbarê hevkariya PDK'ê bi faşîzma Tirk re zelal bike.

Rîm Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku PDK'ê di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de li gorî berjewendiya wê kar dike û wiha dewam kir: “Ev îxanet ne nû ye. Partiya Demokrat a Kurdistanê beriya 29 salan şehîd Bêrîtan kir hedef. Ji ber vê yekê her kes hevkariya PDK'ê bi Tirkiyê re ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîla dizane.”

Di dawiya axaftina xwe de Rîm Îsa bang li gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkariya PDK’ê ya bi faşîzma Tirk re, yekîtiya xwe ava bikin.