Çalakiya Sêmalka di roja xwe ya 40’mîn de ye

Li Deriyê Sînor ê Sêmalka 40 rojin ku malbatên şehîdan diyarkirin ku radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re îsbata hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk e.

Çalakiya konvendanê ya ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li qada deriyê Sêmalka hatiye lidarxistin di roja 40'î de berdewam dike. Çalakî  bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûbûn hatiye lidarxistin.

PDK'ê cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku di 28-29'ê Tebaxê de di kemîna hêzên wê de li Xelîfanê şehîd bûbûn radestî malbatên wan nake.

Derbarê redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan de, bavê şehîd Diyar ku sala 2017'an di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, Ebdulkerîm Ebdurehman bang li PDK'ê kir ku li daxwazên çalakgeran guhdar bike û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Ebdurehman sedema bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî yên li hemberî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve wiha pirsî: "Çima cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nayên kirin, gelo PDK hewl dide bandora çekên kîmyewî yên ku li dijî gerîla bikar anîne veşêre?"

Ebdurehman bi domdarî got, gerîla ji bo parastina hêviyên gelê Kurd ên ji bo azadî û rûmetê têdikoşin û tiştê herî giranbuha feda kirine û anî ziman ku mafê tu aliyekî nîne ku li pêşberî van daxwazan bisekine.

Ebdukerîm Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew xwepêşandanan berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdên xwe werbigirin.