Bi hezaran herikîn cihê sersaxiyê ya şehîdên Qamişloyê

Bi hezaran kes bera xwe dan konê sersaxiyê û hate gotin ku pêwîste Emerîka û Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê sînorekê deyne.

Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes çûn kona sersaxiyê ya ji bo Yûsûf Gulo û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 9’ê Mijdarê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêkanîbû de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên hersê şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvîn Seyid, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Şiyar Ehmed, Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Mecilda Zagonsaz a Herêma Cizîrê Himet Hebîn û xizmê şehîdan Îbrahîm Gulo her yek axaftinek pêşkêş kir û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvîn Seyid bixêrhatina mêvanan kir û wiha axivî:  “Em ê heta pêkanîna amrancên şehîdan, li ser rêya wan bin. Bila dijmin baş bizanibe ku her şehîdek îsrar û hêza me zêdetir dike, em hêzê ji şehîdên xwe digirin. Bi vê îradeyê em ê li hemberî hemû êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Şiyar Ehmed jî sersaxî da hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêber Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Kurd ji beriya bi sed salan ve li ser destê dewleta Tirk rastî hemû cureyên êrişan tên, lê belê heta niha jî dewleta dagirker negihîştiye armanca xwe, nikariya Kurd û hebûna wan qir bike. Ji ber ku Kurd li ser xeta şehîdan dimeşin.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî sersasxî da hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di şexsê şehîd Yûsif Gulo de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Ev bûyer ne nû en, faşîzma Tirk di dîrokê de li ser esasê qirkirina gelan hatî avakirin.”

Omer êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Heya kengî wê civata navneteweyî li hemberî êrişên li dijî herêmê bêdeng bimîne? Divê Rûsya û Amerîkayê pabendî lihevkirinan bin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Ji ber ku bi rêya van êrişan hewl dide DAIŞ`ê vejîne.”

Bi navê her sê şehîdan Îbrahîm Gulo hêvî kir ku şehadeta Yusif Gulo, ji bo pêkhatina yekitiya kurdan bibe rê û ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bibe serkeftinek û wiha domand: “Em şehadeta Yusif Gulo li Kurdistanê û gelê wê pîroz dikin. Ji ber ku ev berxwedan kurdistanî bû û ji bo gelên wê bû. Berxwedan jiyan e wê dirûşma me ya bingehîn be.”