ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mûnzûr: Têkoşîna li dijî tecrîdê divê bê xurtkirin
Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku bidawîbûna polîtîkaya îmha û qirkirinê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û got, divê têkoşîn bê xurtkirin. -
Riyad Derar: Divê hikumeta Şamê polîtîkaya xwe biguherîne
Riyad Derar anî ziman ku ji ber zexta Rûsyayê, Sûriyeyê hevdîtin bi Tirkiyeyê re kir û got, "Divê hikumeta Şamê zanibe ku ji bo karibe bi gelê xwe re welatekî nû ava bike, divê polîtîkaya xwe biguherîne." -
Şehîdên Parîsê li Heleb û Til Temirê hatin bîranîn
Li navçeya Til Temir a Hesekê û li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo Şehîdên Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û ya 2’emîn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
'Dem dema azadiya Rêber Apo ye'
Mihemed Elî Simaîl diyar kir ku aloziya li Rojhilata Navîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser dibe û got, "Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan." -
YPJ: Şervana me Hela Serêkaniyê şehîd bû
YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Hela Serêkaniyê 1'ê Çileyê dema bi erka xwe radibû, şehîd ketiye. -
Serçeteyekê DAÎŞ’ê li Reqayê hat girtin
QSD’ê bi operasyoneke li bakurê Reqayê, serçeteyekê DAÎŞ’ê girt. -
Cenazeyê şehîd Newres Mûsa li Minbicê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Newres Mûsa El Hemod, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Goristana Minbicê hat veşartin. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Nasir hat veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Xalid El Nasir roja 28’ê Kanûnê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser rêya Hesekê-Reqayê de şehîd bû. Cenazeyê El Nasir bi merasîmekê hat veşartin. -
Di Operasyona Birûska Cizîrê de bîlançoya 6 rojan hate eşkerekirin
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 29’ê Kanûnê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyona Birûska Cizîrê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin nava 6 rojan de 139 çete hatine girtin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Rasên hate veşartin
Li Kantona Hesekê, bi merasîmeke girseyî şervana YPJ'ê Ebîr Hemîd hate veşartin. -
Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn
QSD'ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li gundê Til Tewil ê Hesekê kir, 2 şervanên wan birîndar bûne. -
Hêzên Ewlekariyê hundirîn bîlançoya kar eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya kar a sala 2022'an eşkere kir. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xalid El Nasir di 29'ê Kanûnê de şehîd bûye. -
Ambargoya Şamê bû sedema mirina pitikê 17 rojî
Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê pitikekî 17 rojî jiyana xwe ji dest da. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di çarçoveya operasyona 'Birûska Cizîrê' de ku 7 roj in dewam dike, li gundewarên Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Ambargoya Şamê dibe sedema mirinê
Hikumeta Şamê 3 meh in sotemenî, malzemeyên tibbî û xurek li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê qedexe kiriye. Ji ber ambargoyê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Navber ji xwendinê re hate dayin, xizmet kêm bû. -
Li dijî komkujiyên dewleta Tirk-DAÎŞ'ê tevlî operasyonê bûn
Şêxên Eşîrên Ereb gotin, Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan û li gorî pêwîstiya herêmê tê lidarxistin û destnîşan kirin, ku bi QSD'ê re wê jiyaneke ewle û hevpar ava bikin. -
Li Minbicê meşa meşaleyî hat lidarxistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Minbicê meşa meşaleyî li dar xistin. -
Dewleta Tirk êrîşê gundekê Hesekê kir
Dewleta Tirk a dagirker, gunde Til Tewîl ê Hesekê bi balafira bi çek a bê mirov bombe kir. -
Jin a ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Sewre Meter a ji gundê Til Haman ê navçeya Tirbespiyê ku dawiya meha Kanûnê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû. -
HRE: Di nava salê de 204 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava sala 2022'an de 204 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin, ku 20 ji wan polîsên taybet, 72 leşker û 112 jî çete bûn. -
Li Şehbayê salek ji gef, êrîş, ambargo û berxwedanê
Ji bo xelkê Efrînê, ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiriye, saleke tijî gef, êrîş, ambargo bihurî. Efrîniyan di nava salê de li hemberî her cûre êrîş û zextê li ber xwe dan û serê xwe li ber dagirkeriyê netewandin. -
Pêşî li êrîşên giran hate girtin, planên Enqereyê eşkere bûn -1
Operasyona Birûska Cizîrê ku li hemberî DAÎŞ'ê hate destpêkirin, pêşî li gelek êrîşan girt. Di heman demê de gelek planên hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê jî eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Til Temirê kir
Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, gundê Uca yê navçeya Til Temirê bombebaran kir. -
Operasyona Birûska Cizîrê: 14 çete û gumanbar hatin girtin
Di operasyona 'Birûska Cizîrê' de li navçeyên Hol û Til Birakê 14 çeteyên DAÎŞ'ê û kesên bi guman ên girêdayî DAÎŞ'ê hatin girtin.