Meclîsa Malbatên Şehîdan li goristana şehîdan a li gundê Cidêdat ê rojhilatê Dêrazorê merasîma veşartina şehîd Xalid El Nasir li dar xist. Di merasîmê de şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Kerame yê Reqayê Meter El Şehel axivî û sersaxiya malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan xwest û rola wan a lehengane li dijî terorê û spandina ewlehî û îstîqrarê li herêmê pîroz kir.
Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Esir wiha got: "Şehîdên me bingehên têkoşîn û parastina gelê me danîn û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û aşît belav kir."
El Esir wiha domand: "Em ê li dijî terorê têbikoşin û têk bibin. Xaka ku bi saya şehîdan hate parastin wê paqij bimîne."
Di dawiyê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemod nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.