Hêzên Ewlekariyê hundirîn bîlançoya kar eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya kar a sala 2022'an eşkere kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya kar a sala 2022'an eşkere kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Akademiya Şehîd Samî Yûsif a li Qamişloyê civîneke çapemeniyê lidar xist û bîlançoya kar a sala 2022'an eşkere kir.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen û Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî bi zimanên erebî û kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de, sala nû li tevahî gelê herêmê hat pîrozkirin û hat hêvîkirin ku di sala nû de li tevahî herêman aştî û aramî pêk were. Soza xebatên ji bo parastina gel û xaka herêmê hat nûkirin û pesna hevkariya gel bi hêzên ewlekariyê re hat dayîn.
Her wiha dizîn û talankirina ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di bin navê Artêşa Nîştimanî de li herêmên dagirkirî pêk tînin, hat şermezarkirin.
ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên berdewam ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û hate gotin: “Vê salê, bi taybet bajar û bajarokên nêzî sînor, bi giştî herêmên me bi gelek şerên dijwar re rû bi rû man. Di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi van destdirêjî û êrişan dixwaze gelê me bide koçberkirin û milkên wan talan bike.”
TEVGERA ÇETEYÊN DAÎŞ`Ê
Hate diyarkirin şaneyên çeteyên DAÎŞ`ê ji êrişên Tirkiyê sûd wergirt û tevgera xwe zêde kir û hat destnîşankirin ku armanc ji vê yekê qelskirina operasyonên ewlehiyê, zêdebûna tevgera şaneyên terorîst û têkbirina ewlehiya welatiyên herêmê ye.
Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Yek ji van êrişan ku hewl dan pêk bînin lê bi saya hêzên me bi beşdariya QSD`ê hat têkbirin, hewldana kontrolkirina Girtîgeha Sînaa ya Hesekê û gelek taxên nêzî wê ye, da ku çeteyên DAÎŞ`ê yên di girtîgehan de bidin revandin. Hewldana wan hat têkbirin û bi hevkariya gelê me, em li hember wan bi ser ketin.
Hêzên me têkoşîna li dijî tevahî cureyên terorê dewam kir, şaneyên veşartî şopandin. Hêzên me Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di qonaxa duyemîn de bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dewam kir, da ku rewşa ewlehiyê û rewşa koçberên li kampê baş bike û ji nû ve bi rêxistin bike.
Hêzên me bi dehan çeteyên DAÎŞ`ê girtin, miqdarên mezin ên çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin. Gelek şaneyên terorîst û îstixbaratê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê bandor kirin.
Hejmara şaneyên ku hatine bêbandorkirin 76 e. Her wiha tîmên endezyariya mayinan 67 mayin, bombe û 2 erebeyên bombebarkirî bê bandor kirin. Di çarçoveya xebatê hevbeş ên bi Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê de, hêzên me yên taybet (HAT) 44 operasyonên serdegirtinê yên hevbeş li dar xistin.
Ji bo birêxistinkirin, pêşxistin û başkirina performansa ewlehiyê, hêzên me vê sale konferansa sêyemîn li dar xist, sazûmaniya rêxistinî, rêveberî û ewlehiyê ya taybet bi beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn nîqaş kir û bi dengdana beşdaran hin guhertin li ser sazûmaniyê çêkir.
Îsal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewryeya yekemîn a efseran di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, du dewryeyên taybet bi refa efseran hatin bidawîkirin. Fakulteya Şehîd Tolhildan a Zanistên Polîsan li bajarê Hesekê hat vekirin û dewreya duyemîn a efseran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kir. her wiha 23 dewreyên pewerdeyê yên taybet bi beşên cuda hatin vekirin, 2 hezar û 282 endam jê derçûn bûn ku 291 ji wan jin bûn.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HIŞBIRÊ
Li gorî pêdiviyên pêvajoya heyî ku em tê re derbas dibin û hewldana dijminan a derbekirina binesaziya civakî ji hundir ve bi taybetî jî beşa ciwanan, hewldanên derbaskirina madeyên hişbir di çarçoveya şerê taybet yê li dijî herêmê de hebûn. Rêveberiya Giştî ya têkoşîna li dijî terorê hat avakirin. Hejmara dosyayên taybet bi hişbirê ku Rêveberiya Giştî ya têkoşîna li dijî Sûcan û Rêveberiya Giştî ya têkoşîna li dijî hişbirê li ser kar kir, bi vî rengî ye: 2 hezar û 37 dosya, ji wan 535 dosyayên bazirganiyê, 387 dosyayên propagandayê, hezar û 115 dosyayên birina madeyên hişbir. Her wiha miqdarên madeyên hişbirê yên ku hatine desteserkirin bi vî rengî ye: Heşîş 559401 gram, 3 şitlên heşîşê, 8 cixareyên heşîşê, 386241 hebên hişbirê, 184596 grma madeya krîstal, 144 gram tovê heşîşê, 534 gran heroin.
CÎNAYET
Hêzên me îsal ji bo şopandina tevahî cînayetên ku ewlehiya jiyana welatiyan û milkên wan têk dibin, bi hemû hêza xwe xebitîn û li dijî tevahî rengên sûcên birêxistinkirî yên ku zirarê didin hemû warên jiyana civakî û aborî têkoşîn kir û sûcdar radestî edaletê kir.
Hêzên me yên têkoşîna li djiî sûcan hezar û 318 dosyayên diziyê çareser kirin, piraniya dizan girtin û radestî edaletê kirin. Her wiha dosyayên qaçaxî û bazirganiya çekan şopandin, tê de ev tişt hatin desteserkirin:
233 çekên kilaşînkof, 260 dabanca, 193 çeka neçîrê, 49 bombeyên destan, hezar û 15 fîşekên cur bi cur.
Hêzên me her wiha 216 sûcên kuştinî ronî kirin, 351 kes binçav kirin û radestî dozgeriya giştî kirin.”
QAÇAXÇÎTIYA BERHEMAN Û SEXTEKIRINA PEREYÊN BIYANÎ
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina binesaziya aborî de 473 hezar dolar û 2 milyon û 280 hezar lîreyên Sûriyê yên sextet desteser kirin.
Her wiha li hember hewldanên wêrankirin û talankirina şaristanî û çanda herêmê, 68 dosyayên lêgerîna li berhemên kevnare, firotina wan an sextekirina wan berheman, şopandin û di wê çarçoveyê de 151 kes hatine girtin.
TRAFÎK
Hêzên Ewlekariya Hundirîn perwerdekirina endamên Beşa Trafîkê domand. Li rex wê jî Gerînendetiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyên berfireh ji endamên polîsên trafîkê re, yên têkildarî pêkanîna qanûna nû ya trafîkê li dar xistin ku Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Xweser tê de gelek guhertin çêkirine û Meclisa Giştî jî erê kiriye.
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN
Li ser asta jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin îsal li ser zêdekirina rêxistbûyîna beşan, nivîsgehên xwe û tecrubeya endaman gelek kar û xebat meşandin. 32 endam tev li dewreya yekemîn a efseran yên taybet bi jinan bûn û jê bi rûtbeya efser derçûn.
Her wiha ji bo zêdekirina rêxistibûyîna xwe li gorî pêşketina qada ewlehiyê hêzê konferasa xwe ya sêyemîn li dar xist. Der barê kar û xebatên têkoşîna li dijî sûcan, bîlançoya dosyayên ku hêzên me çareser kirine wiha ye:
882 gilîname pêşwazî kirin, ji wan;
6 dosyayên madeyên hişbirê,
9 dosyayên sextekirinê,
72 dosyayên nasnameyên nerast,
9 dosyayên sûcên kuştinê ku tê de jin sûcdar in û 5 dosyayên kuştinê ku jin tê de mexdûr in.
20 dosyayên xwekuştinê û 2 hewldanên xwekuştinê.”
ŞEHÎD
Di daxuyaniyê de bîlançoya endamên hêzê ku di 2022`yan de şehîd û birîndar bûne, hate eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê di oxira parastina gel û herêmê de, 5 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin şehîd bûne û endameke din birîndar bûye.
69 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne û 41 jî birîndar bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em soz didin gelê xwe ku li hember timakeran û aliyên dijberî herêmê, bibin bendeke asê. Em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin ku bi xwîna xwe rêya azadiyê ji me re xêz kir.”