Riyad Derar: Divê hikumeta Şamê polîtîkaya xwe biguherîne

Riyad Derar anî ziman ku ji ber zexta Rûsyayê, Sûriyeyê hevdîtin bi Tirkiyeyê re kir û got, "Divê hikumeta Şamê zanibe ku ji bo karibe bi gelê xwe re welatekî nû ava bike, divê polîtîkaya xwe biguherîne."

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî hevdîtinên sê alî yên navbera Tirkiye-Sûriye-Rûsyayê ji ANF'ê re axivî.

Riyad Derar bi bîr xist ku piştî danûstandinên serokên îstîxbaratê yên herdu welatan, Wezîrên Parastinê yên herdu dewletan hevdîtin kirin û got, "Hevdîtin bû destpêka tifaqa gefxwarinên herdu aliyan. Hin daxwaz hatin ragihandin, hin mijar veşartî man û hîn ê nehatine eşkerekirin."

Riyad Derar diyar kir ku Rûsya di demeke zehmet de ye û got, "Ji ber vê yekê civandina Tirkiye û Sûriyeyê li dora maseyê, li berjewendiyên xwe dibîne. Ji bo Tirkiye li aliyê Rûsyayê cih bigire dixwaze hin berjewendiyan pêşkêş bike. Bi vî rengî dixwaze di şerê Ûkraynayê de Tirkiyeyê bide aliyê xwe. Bêguman ev yek li hesabê dewleta Tirk jî tê. Bi hincetên bêbingeh îdîa dike ku gefa 'terorê' li ser sînorê welêt heye û dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desteser bike, ji ber ku destûr wernegirt û nekarî bi ser bikeve, vê carê berê xwe da hikumeta Şamê û xwest bi Mutabaqata Edeneyê valahiyan dagire. Çawa dibe bila bibe, eger dewleta Tirk bi lihevkirinekê bikeve nava xaka Sûriyeyê ev yek wê li dijî berjewendiyên gel be û wê derfetê bide çeteyên alîgirê dewleta Tirk li van herêman bi cih bibe. Ev yek wê ji bo dewleta Tirk bibe gavek be bi paşerojê mîna bûyera Skenderûnê."

Riyad Derar bal kişand ser nîqaşên têkildarî hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Esad û got, "Ev hevdîtin bi ti awayî bi kêrî hikumeta Şamê nayê. Hikumeta Şamê ji ber zexta Rûsyayê van hevdîtinan qebûl dike û li bendê ye ku encameke çawa ji hevdîtinan derkeve. Hevdîtin çiqasî bêne dirêjkirin ewqasî bi kêrî Rûsyayê tê. Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe hewl dide ku serketina li dijî Ûkraynayê bi rêya Tirkiyeyê bike û Tirkiye jî sînorên xwe li Rûsyayê vedike. Her wiha ji bo çekan derbasî aliyê Ûkraynayê bike hin tifaqan dike."

Riyad Derar ragihand ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji destpêkê ve xeta sêyemîn a çareseriya bi rêya diyalogê ji xwe re kiriye esas û got, "Li ser vê bingehê bang li hikumeta Şamê û muxalefeta Sûriyeyê kir ku di destûra bingehîn a heyî û hevdîtinên Cenevreyê de karibin biryarekê bidin. Lê belê ji ber înada herdu aliyan gavek nehate avêtin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de sîstema xwe ava kir û piştgirî ji hêzên navneteweyî wergirt. Herêmên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, azad kir û veguherî mînaeke ji jiyanekê ku sîstemeke nenavendî ya ji hemû pêkhateyan ava kir."

Riyad Derar destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê zanibe ku mafên gel hene û bi gelê xwe re ji bo avakirina welatekî nû divê polîtîkaya hikumetê biguherîne.