Şehîdên Parîsê li Heleb û Til Temirê hatin bîranîn

Li navçeya Til Temir a Hesekê û li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo Şehîdên Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û ya 2’emîn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bi nêzîkbûna salvegera 10′an a Komkujiya Parîsê ya 1’emîn re ku di 9′ê Çileya 2013′an li dijî her ‎sê çalakgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, Kongra Star li Hesekê û ‎Helebê çalakiyên bîranîna her sê şehîdan û şehîd Evîn Goyî ku di 23′ê Kanûnê de tevî du ‎têkoşerên Kurd li Parîsê şehîd bûbûn, li dar xist.‎

HESEKÊ

Li Hesekê, li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Tê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Di merasîmê de, endama rêveber a Kongra Star a Hesekê Hêvîdar Herekol axivî û têkoşîna her sê şoreşgeran Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bi bîr anî.

Hêvîdar di şexsê şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Divê em hevrê Evîn Goyî ku di 23′ê Kanûnê de li Parîsê bi destê MÎT′a Tirk şehîd bûye, ji bîr nekin. Ew ji pêşengên berxwedana Rojava bû."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser têkoşîna her sê şoreşgeran bi dawî bû.

HELEB

Li Helebê bi dehan mêrên ku perwerde ji hêla Kongra Star ve dîtine beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bûn. Merasîm li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin.

Merasîm bi sînevîzyonekê li ser dîroka artêşbûna jinê hate destpêkirin.

Piştre endama rêveber a Kongre Star Sebîhe Efrîn axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Sebîhe bal kişand ser rola jinê ya girîng di damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û fedekariyên di tevgerê de dane.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.