Serçeteyekê DAÎŞ’ê li Reqayê hat girtin

QSD’ê bi operasyoneke li bakurê Reqayê, serçeteyekê DAÎŞ’ê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên taybet operasyoneke ewlehiyê li bakurê Reqayê li dar xistiye û di encamê de serçeteyekê DAÎŞ’ê girtiye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî dayîna ser şopa serçeteyekê DAÎŞ’ê, bi piştgiriya hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li gundikê Hittîn ê bakurê Reqayê li dar xistiye û di encamê de serçeteyê ku berê “Mîrê Beyt El Mal” bû û xebatên malî yên DAÎŞ’ê li Dêrazorê bi rê ve biriye, hatiye girtin.

Navendê diyar kir ku QSD’ê û koalîsyonê sala 2019’an ketiye hewila girtina heman serçeteyî ku li Dêrazorê bigirin, lê reviyaye.

Navendê da zanîn ku hêzê di operasyona serdegirtinê de serçete girtiye û dest daye ser belgeyên pê re.