Cenazeyê şehîd Newres Mûsa li Minbicê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Newres Mûsa El Hemod, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Goristana Minbicê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Newres Mûsa El Hemod, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Goristana Minbicê hat veşartin.
Di merasîma veşartina cenaze de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û saziyên girêdayî wê, nûnerên ji partiyên siyasî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic û saziyên taybet bi jinan amade bûn.
Karwana şehîd ji Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a li aliyê rojavayê bajêr ve dest pê kir.
Li goristanê, endamê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bozan Kobanê axivî û wiha got: "Di dema dawî de dewletên dijber, di serî de dewleta Tirk tevahî rêbaz û zext li dijî gelên herêmê pêk anîn. Lê di şkandina vîna gelan de bi bin ketin. Gelê me bi saya şehîdan ji berê bi hêztir e û em ji çi rewşeke awarte re amade ne."
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Ezo wiha got: "Em hemû şehîdên di oxira axa welat de canê xwe dane silav dikin. Rojane em di oxira welatê me bi ewle û îstîqrar be de, şehîdan didin."
Fatme soz da şehîdan ku ew ê mîrateya wan biparêzin û li ser şopa wan bin.
Endamê rêveber ê HPC′ê Elî El Cimêlî li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û wiha got: "Ji mafê me ye ku em serê xwe bi şehîdên xwe bilind bikin, ji ber di oxira em bi aştî û ewle bijîn de canê xwe dane.”
Di dawiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.