Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku wê navberê nedin têkoşîna dîplomatîk û hiqûqî.
Ferzende Mûnzûr anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parçeyek ji siyaseta tunekirina Kurdan e û got, "Dewleta Tirk hewl dide nehêle ku dengê Rêber Ocalan bigihêje gelan û bi vî rengî encamê bi dest bixe. Ji bo vê jî hiqûqa navneteweyî û ya Tirkiyeyê dide aliyekî."
CPT ERKA XWE BI CIH NÎNE
Mûnzûr diyar kir ku CPT di navbera 20-29'ê Îlonê de serdana zindanên li Tirkiyeyê kir û got, "CPT saziyeke ku ser bi Konseya Ewropayê ve ye. Rol û mîsyona xwe ew e ku ji bo sererastkirina şert û mercên zindanan, destwerdanê bike. CPT mixabin vê wezîfeya xwe bi cih nîne. Diviyabû binpêkirinên li zindanan bişopanda. Kîjan dewlet dibe bila bibe, diviyabû zext lê bikira û pêşî li binpêkirinan bigirta. Pêwîstî bi dayina daxuyaniyê jî nabîne."
Mûnzûr ragihand ku bi têkoşîna sala 2022'an re azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate misogerkirin, tecrîd nehate şikandin û got, "Eger tecrîd nehatibe şikandin û azadiya fîzîkî misoger nebûye, hingî divê em rexnedayina xwe bikin."
PÊWÎSTÎ BI KAREKÎ ZÊDETIR HEYE
Mûnzûr diyar kir ku li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek înîsiyatîf, saziyên mafên mirovan hene û got, "Divê em xwe bigihînin wan, bi wan re tevbigerin û têkoşînê mezin bikin. Em ê karê xwe yê dîplomasiyê xurtir bikin. Ji aliyê hiqûqî ve jî em ê bikevin nava hewldanan û kêmasiyên sala derbasbûyî di sala 2023'an de çareser bikin. Heta ku encamê bi dest bixin serlêdanên li CPT, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî wê dewam bikin. Di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de wê komxebatên me pêk werin, di demeke kurt de wê amadekariyên wan destpê bikin. Îsal em ê hewl bidin destketiyên nû biafirînin. Destketiyên nû, bidawîkirina polîtîkaya qirkirinê bi bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dibe."