'Dem dema azadiya Rêber Apo ye'
Mihemed Elî Simaîl diyar kir ku aloziya li Rojhilata Navîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser dibe û got, "Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan."
Mihemed Elî Simaîl diyar kir ku aloziya li Rojhilata Navîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser dibe û got, "Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan."
Mihemed Elî Smaîl yek ji welatparêzên Kobanê ye ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmê bû, serdana wî kiribû. Mihemed Elî Smaîl têkildarî tecrîdkirina Ocalan ji ANF'ê re axivî.
Mihemed Elî Smaîl destpêkê qada dîtina Ocalan kir û got, "Di 15’ê Tebaxê de me berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz ya li Lubnanê. Li wir min dixwest Rêber Apo bibînim. Gelek kes li wir civiya bûn û li benda Rêber Apo bûn. Dema min Rêbertî dît ji kelecanê laşê min lerizî, ji ber ku ez kêfxweş bûm. Çend saet axivî, di van demjimêran de min xwe û hebûna xwe nas kir."
Mihemd Elî Simaîl bal kişand li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji ber dizanîbûn ku Rêbertî ji bo tevahî gelên bindest rabûye lewma komployekê navneteweyî pêk anîn. Dewletên desthilatdar fikrên Rêbertî ji bo pergalê xwe metirsî dîtin, ji ber vê yekê li ser Rêberê me komplo pêk anîn. CPT’ jî ku qaşo rêxistineke mafê mirovan e, bi erka xwe ranabe. CPT jî dizane ku Rêberê me ji bo heqîqet û wekheviyê têdikoşe ji ber vê yekê komployê girantir dikin.”
Mihemed Elî Smaîl anî ziman ku li Rojhilata Navîn alozî zêde bûye û destnîşan kir ku yê vê aloziyê çareser bike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi dewamî got, "Dewletên desthilatdar dixwazin gel û Rêbertiyê ji hev qut bikin, her wiha dewletên desthilatdar ji hilweşandina pergala xwe ditirsin ji bo vê tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin.”
Mihemed di dawiyê axaftina xwe de diyar kir ku êdî dem dema azadiyê ye û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.