Di Operasyona Birûska Cizîrê de bîlançoya 6 rojan hate eşkerekirin
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 29’ê Kanûnê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyona Birûska Cizîrê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin nava 6 rojan de 139 çete hatine girtin.
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 29’ê Kanûnê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyona Birûska Cizîrê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin nava 6 rojan de 139 çete hatine girtin.
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hol, Til Berak û Til Hemîsê di 29’ê Kanûna 2022’yan de Operasyona Birûska Cizîrê dabûn destpêkirin. Şervanên QSD û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi baldariyeke mezin bi dû çeteyan ketine û mal bi mal digerin û çeteyan digirtin.
Di nava 6 rojan de hêzên operasyonê bi dehan çeteyên DAIŞ’ê girtin û kesên ku guman li ser wan hene jî hatine destgîrkirin. Lêpirsîna gumanbaran didome.
Li gorî bîlançoya ku QSD’ê ragihandiye;
* Di roja duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê de ku li herêmên Hol û Til Hemîsê da destpêkirin, 52 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin.
*Di roja duyem de hêzên operasyonê ji 9 aliyan ve operasyon da destpêkirin û çeteyên dikira bireviyana, teslîm bûne.
* Di roja 3’yan de hêzên operasyonê li gundewarên li rojavayê Til Hemîsê 32 çete girtin.
* Di roja 4’an de hêzên operasyonê 40 çete girtin, di nav de yên ku operasyonên terorîst bi rê ve dibirin, yên ku karên tevlêkirina çeteyan û biçekkirina wan dikirin, her wiha yên desteka lojîstîk û cebilxane pêşkêşî terorîstan dikirin, hebûn.
* Di roja 5’an de, di encama operasyonên lêgerînê de li gundê Simêha yê li rojavayê Til Birakê û gundê Ete yê li rojavayê bajarok de, 3 kesên ku gumana piştgiriya lojîstîk dida çeteyên DAÎŞ’ê, hatin girtin û ketin lêpirsînê. Li bajarokê Holê jî, hêzên operasyonê girt ser cihên veşartinê û malên ku çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan xwe tê de vedişartin. 11 çete û kesên bi guman hatin girtin.
*Di roja 6’an de qada operasyonê berfireh bû û herêmên sînorê Sûriye-Iraqê girt nav xwe. Di vê çaroveyê de li qada bejahî, li gundewarên rojhilat ên bajarokê Holê zêdetirî 63 kîlometre ji aliyê hêzên operasyonê ve hate paqijkirin. Hêzên operasyonê girt ser baregehan û 3 kesên ku gumana girêdana bi çeteyên DAIŞ’ê hene, hatin girtin.
Her wiha 4 kes jî hatin girtin ku destê wan di kiryarên sûc ên wekî revandin, talankirin û şantajkirina şêniyên herêmên başûr û rojhilatê Hesekê de hene. Van kesan xwe li herêma Holê vedişart.
Operasyon di roja 7’an de bi baldarî didome.