YPJ: Şervana me Hela Serêkaniyê şehîd bû
YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Hela Serêkaniyê 1'ê Çileyê dema bi erka xwe radibû, şehîd ketiye.
YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Hela Serêkaniyê 1'ê Çileyê dema bi erka xwe radibû, şehîd ketiye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervana wan Hela Serêkaniyê (Ebîr Fayiz) şehîd bûye.
Daxuyanî wiha ye:
"Em di serî de ji malbata hevrêya xwe Ebîr Fayiz bi nasnav Hela Serêkaniyê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Hela wek jineke ciwan a Ereb ji navçeya Serêkaniyê ku her roj di bin topbarana dewleta Tirk de ye, beşdarî nava refên azadiyê dibe. Hevrê Hela bi ruhê yekitiya gelan a ku azadiya civakan misoger dike, bi peywirên xwe yê demê radibe û dibe sozdara azadiya gelê xwe.
Hevrê Hela di demeke kurt de fêrî jiyana şoregerî dibe û bi sekna xwe ye mîlîtan di nava hevrêyên xwe de dibe xwedî cihekî diyar. Şoreşa ku li ser axa Rojava destpê kir, di kesayetên weke hevrê Hela de berpirsiyartiyên jiyana netewe demokratîk careke din şênber dike. Hemû taybetmendiyên milîtantiya jinê di şexsê hevrê Hela de têşe girtibû. Di demeke kurt de hem di warê birdozî û hem jî di warê leşkerî de pêşketinên berbiçav çêkir. Bi jîrbûna xwe ye di warê leşkerî de her tim di eniyên pêş de cihê xwe girt. Weke jineke ciwan a Ereb jî di bîrdoziya rizgariya azadiya jinê de xwedî sekneke xurt bû. Germahî û kelacana ciwaniya xwe di her kêliya jiyanê de diteyisand. Di nava jiyanê de bi ruhê berpirsyartiya jinê ya ku dibe jiyan û azadiyê tîne, nêzî erkên şoreşê dibû. Li hemberî zor û zehmetiyên heyî xwedî çareseriyên afirîner bû. Di hemû erkên xwe de sozdariya xwe ye mezin a ji bo parastina gelê xwe nîşan dida. Bi vî ruhê berz û pîroz li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk sondxwariya parastina welat, ax û gelê xwe bû û bi vê armancê jî di eniyan de cihê xwe digirt.
Hevrê Hela dema ku li ser erka xwe bû, di 1’ê Çileya 2023’yan de gihaşt asta şahadetê. Hevrê Hela Serêkaniyê bi sekna xwe ye wêrek û bi kesayata xwe ye pêşeng rêya me ronî kir. Em jî wek hevrêyên şehîd Hela, şopdarê vê bîr û baweriya şehîdên doza azadiyê ne ku em ê ti carî tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.
Pêkanîna her xeyaleke hevalên şehîd, îdîa û biryardariya me ye jiyana azad xurt dike. Wê doza me bi sozdariya ji şehîdan re bigihêje serketinê."
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Hela Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ebîr Fayiz
Navê dayik: Şemsa
Navê bav: Fayiz
Cihê jidayikbûnê: Zirgan
Dem û cihê şehadetê: 01.01.2023, Herêma Firatê.