Cenazeyê şervana YPJ'ê Rasên hate veşartin
Li Kantona Hesekê, bi merasîmeke girseyî şervana YPJ'ê Ebîr Hemîd hate veşartin.
Li Kantona Hesekê, bi merasîmeke girseyî şervana YPJ'ê Ebîr Hemîd hate veşartin.
Bi sedan kesên ji Hesekê û Zirganê, berê xwe dan gundê Dawûdiyê û tevlî merasîma ji bo şervana YPJ'ê Ebîr Hemîd (Hele Ebû Rasên) bûn. Merasîma ji bo veşartina cenaze li Şehîdgeha Şehîd Dijwar pêk hat.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beraa Sîno axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku armanca şerê berdewam ê dijî herêmê, têkbirina îradeya gel û hêzên leşkerî ye û parçekirina pêkhateyan e. Beraa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serketinê da.
Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya herêma Cizîrê Sozê Qamişlo jî li ser navê YPJ`ê axivî. Sozê di şexsê şehîd Hele Ebû Rasên de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Her kes dizane ku em di pêvajoyek hesas û girîng re derbas dibin. Em di van rojan de dîrokê dinivîsin. Dê sala 2023`yan bibe sala serkeftina gel û hêzên me.”
Sozê Qamişlo diyar kir ku şehadet tiştekî bi êş e, lê belê şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kir, ev jî cihê serbilindiyê ye.
Piştî axaftin bi dawî bû, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Piştre, di nava tilîliyê dayikan û dirûşmeyên “şehîd namirin” de cenazeyê şehîd hat veşartin.