Doktorên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdê bang li saziyên navneteweyî kirin

Sendîkayên Pisporên Bijîşkî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin û dawî li tecrîdê bînin.

Sendîkayên Pisporên Bijîşkî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê daxuyaniyek dan û bang li saziyên navneteweyî kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 22 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û hate gotin, "Ji ber ku ev nepenî ji bo me, xebatkarên tenduristiyê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, hîn bêtir metirsiyê çêdike, em vê daxuyaniyê belav dikin da ku raya giştî ya navneteweyî bixin beramber berpirsiyariya dîrokî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan."

Di daxuyaniyê de bang li Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Komeleya Neteweyî ya Xaça Sor û Heyva Sor, Federasyona Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, Rêxistina Doktorên Bêsînor a Navdewletî hate kirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Piştî vê qonaxa nepenîtiya li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û piştî vê qonaxa veşartî ya li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, niha û bi lez destwerdanê bikin û li gorî hiqûqa navneteweyî rola xwe di eşkerekirina asta tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de bi cih bîne ku çarenivîsa wî bûye dergehek bo aştî û ewlekariya navdewletî li cîhanê.

Dema ku em bi vê daxuyaniyê hestên xwe yên kûr û helwesta xwe ya zelal ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin, di heman demê de eger ku derfeta hevdîtina bi Rêbertî re çêbibe em amadehiya xwe ya tam nîşan didin ku em rola ku ji me tê xwestin bi cih bînin."