Şehîdên Kobanê hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê di salvegera 8`emîn a serkeftina berxwedana Kobanê de li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîdên meha Çileyê, bi bîr anîn.

Îro salvegera 8`emîn a serkeftina berxwedana Kobanê ye ku YPG û YPJ`ê dawiya 2014`an û destpêka 2015`an li hember DAÎŞ`ê nîşan da. Bi sedan şênî li goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn û find li ser gorên şehîdan vêxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyeke mezin a şehîdên meha Çileyê, şehîdên berxwedana girtîgeha Sînaayê amade kir û li goristanê daliqand. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê û heta îro, bi saya şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin.