Kobanê neket, lê xist

Li keleha berxwedanê, li Kobanê hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû. Çeteyên herî xetere bi îradeya lehengan tune bûn. Ev xak bi saya zarokên vî gelî rizgar bû. Li her kolaneke Kobanê şopa lehengan heye.

Bajarekî biçûk. Bi derfetên herî kêm, di nav serma û seqemê de şervanên berxwedêr li hev civiya bûn, xwe li nava dilê Kobanê bi cih kiribûn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê xwe gihandin Kobanê. Zanîbûn ku Kurd ne ew mirov in ku serî li ber dijmin bitewînin. Li Keleha berxwedanê Kobanê nexşeya têkoşîn û lehengiyê li nava rûpelên dîrokê neqişandin.

Ne cara yekemîn bû ku êrîşên welê hov li Kurdan dihate kirin. Bi sedan salan qirkirin li Kurdan hate ferzkirin, lê ti carî nehatin tunekirin. Gelê Kurd her tim li ber xwe dan. Lê dîrokê jî çavên xwe li Kurdan kor dikir. Êrîşa vê carê jî ji bo tunekirin, talankirin, têkbirina vîna keç û xortên Kurdan bû. Lê belê nedizanîbûn ku wê li pêşiya wan serî neyê tewandin û Kurd wê li Kobanê dîrokê binivîsînin.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan digot, "Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve". Bi berxwedana şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kobanê neket û nîşan da ku wê ti carî jî nekeve.

Di 26'ê Çileya 2015'an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) mizgîniya rizgarkirina Kobanê dan. Ev mizgînî bû çirûska têkbirina hovîtiya DAÎŞ'ê ku qaşo digotin 'Em ê dewleteke Îslamî ava bikin'.

Piştî ku erdnîgariyeke berfireh ji axa Sûriye û Iraqê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin, Kobanê bû cihê destpêkê ku DAÎŞ lê têk çû. Bi bexwedana YPG û YPJ'ê re Kobanê bû sembola berxwedanê û li cîhanê deng veda.

DAÎŞ KENGÎ Û ÇAWA AVA BÛ

Li gorî hin çavkanî û belgeyan rêxistiniya çete ya DAÎŞ'ê di sala 2003'an ji aliyê Abû Misab El Zerqawî ve bi navê 'Cemat el tewhîd wel cîhed' li Iraqê hate avakirin. Di sala 2004'an de hin hêzên din ên çete tevlî xwe kir û navê xwe kir 'Tanzîm Qaîde El Cîhed fî bîled El Rafîdeyn'. Di sala 2006’an de hin hêzên din ên çete li xwe zêde kir, navê xwe guhert û kir 'Meclîs Şûra El Cahîdeyn'. Di 12'ê Cotmeha 2006'an de jî navê xwe kir 'Dewle el Îraq el Îslamiye'. Piştî ku di 8'ê Gulana 2013'an de êrîş bir ser Sûriyeyê navxwe guhert û kir 'Dewle Îslamiye fî Îraq wel Şem' (DAÎŞ).

Di navbera salên 2014 û 2019'an de DAÎŞ'ê qadeke berfireh ji axa Sûriye û Iraqê dagir kir. Wê demê çeteyên DAÎŞ'ê yên ji welatên cuda hatin, mezintirîn bajarên Iraq û Sûriyeyê dagir kirin; weke Reqa, Dêrazor, Tîkrît, Felûc û Mûsil.

ÇIMA KOBANÊ?

Çavên hovan her li bajarên Kurdan bû. Bi taybetî jî bala wan li ser bajarê Kobanê bû; ew bajarê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemcar ji wir derbasî Sûriyeyê bû, ew bajarê ku çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê lê pê ket.

Çeteyên DAÎŞ'ê dagirkirina Kobanê ji xwe re kirin armanc û gotin, "Em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin." Armanca wan pêk nehat. Nizanîbûn ku Kobanê li wê li ber wan bisekine. Kobanê gava destpêkê ya berxwedana gelan bû. Xwestin şoreşa gelan a ku ji Kobanê destpê kir, tune bikin. Lê belê nedizanîbûn ku wê Kobanê di dilê wan de bibe kul.

Kobanê ji aliyê erdnîgarî ve jî cihekî stratejîk bû. Kantonên Cizîr û Efrînê digihand hev. DAÎŞ hem ji bo vê têkiliyê qut bike, hem jî xwe bigihîne ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, dixwest Kobanê dagir bike. Ji bo vê jî destpêkê xwest ku deriyê sînor bigire û gelên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike. Bi gelek belgeyan ispat bû ku dewleta Tirk jî di vê mijarê de piştgiriyeke xurt bi DAÎŞ'ê re kir.

Şeva 15'ê Îlonê çeteyên DAÎŞ'ê dest bi êrîşên li ser Kobanê kirin. Ji aliyê rojava, başûr û rojhilatê Kobanê ve bi çekên giran êrîş kirin. Êrîşê li gundê Telikê yê li rojavayê Kobanê destpê kir. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê negihêjin nava bajarê Kobanê, şervanên YPG û YPJ'ê li vê derê gelek çalakiyên fedaî kirin. Mîna  destana lehengiyê ya 16'ê Îlonê ya li Dibistana Serzorî. Mîna Girê Dolê, gundê Gulmitê û Kurkê. Mîna Miştenûrê, ku Arîn bi bedena xwe destan lê afirand, bû efsane.

Di 5'ê Cotmehê de çeteyên DAÎŞ'ê gihîştin bajarê Kobanê. Lê belê YPG û YPJ'ê bi îrade û biryardariyeke mezin soz dabûn ku dest ji xaka xwe bernedin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi her cûre çekên giran, tank û topan êrîş kirin. Di destê şervanên YPG û YPJ'ê de tenê çeka wan hebû. Bi çekên sivik berxwedaneke bêhempa di nava 134 rojan de hate kirin.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan digot, "Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve." Nizanîbû ku şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sond bi ax û berxwedanê dane. Vê biryardariyê, tililiyên jin a berxwedêr, îradeya xurt a şervanan, pêşî li armancên DAÎŞ'ê û hêviya dewleta Tirk girtin.

KOBANÊ NEKET, LÊ HÊZÊN DAGIRKER Û HOV XIST

Kobanê di encama êrîşan de bi rêjeya ji sedî 70'yî wêran bû. Kobanê bi sond û peymana YPG û YPJ'ê bû sembola bexwedanê. Ev bajarê ku ji aliyê erdnîgarî ve biçûk e, hovîtiya DAÎŞ'ê rawestand û bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Hovîtiya ku bi serjêkirin û destdirêjiyê dihate naskirin, li hemberî berxwedan û îradeya YPG û YPJ'ê têk çû. Piştî berxwedana 134 rojan mizgîniya rizgarkirina Kobanê hate dayin, saet di 10 kêm 3'yan, roja 26'ê Çileya 2015'an. Şervanên YPG û YPJ'ê gotin "Kobanê neket û wê nekeve."

Kobanê bû destpêk. Piştre bajar, bajarok û gundên Sûriyeyê hêdî hêdî hatin rizgarkirin. Minbic, Reqa, Tebqa bi dorê ji DAÎŞ'ê hatin paqijkirin. DAÎŞ li qadeke biçûk, li Baxozê hate dorpêçkirin. 3 hezar çeteyên DAÎŞ'ê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin.

Li ser xaka rizgarkirî hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû. Çeteyên herî xetere bi îradeya lehengan tune bûn. Ev xak bi saya zarokên vî gelî rizgar bû. Li her kolaneke Kobanê şopa lehengan heye.

Dewleta Tirk ku weke piştevanê herî mezin ê DAÎŞ'ê tê naskirin, nekarî xwe li vê têkçûna DAÎŞ'ê rabigire, lewma ji sala 2015'an û vir ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.