Kallas: Eger endamên NATO'yê hevgirtî bimîne wê şensê Rûsyayê tine be

Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas îdîa kir ku Rûsya li ser ewlekaiya global 'gefek' e û got, eger welatên endamê NATO'yê hevgirtî bimînin 'ti şensekî wan nîne'.

Kallas çend roj beriya civîna bilind a NATO'yê ya li Laheyê (Den Haag) li Strasbourgê li Parlamenta Ewropayê daxuyaniyek da.

Kaja Kallas got, "Di dema Şerê Sar de DYE û hevalbendên wê di asteke girîng de Yekîtiya Sowyetan li paş xwe hiştin."

Şefa dîplomasiyê ya Yekîtiya Ewropayê got, "Li pêşberî NATO û Yekîtiya Ewropayê îro ti şensê Rûsyayê nîne. Lê belê divê em yek û hevgirtî bin."

NATO xwedî 32 endaman e û 23 ji wan di heman demê de endamên Yekîtiya Ewropayê ne.