Franziska Stier: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî azad biaxive

Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier diyar kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li hemberî şerê heyî ji bo cîhaneke jiyanbar ‘’derfeteke dîrokî ye’’ û got: ‘’Divê Abdullah Ocalan bi awayekî azad biaxive.’’

Partiya Swîsreyî BastA ya sosyalîst, femînîst û ekolojîst jî piştgiriyê dide kampanyaya ‘#VisitÖcalan’ (Ez Dixwazim Serdana Abdullah Ocalan Bikim) ya ji aliyê Foruma Azadî û Aşitiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatî destpêkirin.

Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier li ser navê partiya xwe ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re nameyeke fermî şand û daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir.

Franziska Stier têkildarî banga Rêber Apo û serlêdana xwe ya hevdîtinê ji malpera Foruma Azadî û Aşitiyê ya Ewropayê (EFFP) re axivî û diyar kir ku ‘’Banga Aşitîû Civaka Demokratîk’’ ya 27’ê Sibatê di qada navneteweyî de li rastî eleyeke mezin hatiye û deng vedaye.

Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier diyar kir ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li hemberî şerê heyî ji bo cîhaneke jiyanbar ‘’derfeteke dîrokî’’ pêşkêş dike.  

Franziska Stier  da zanîn ku sedema piştgirîdayîna wan a ji bo kampanyayê ew e ku banga aşitiyê li hemberî serdema şerî sekneke bi hêz e û got: ‘’Aşitî, diyaloga di navbera aliyên ku beriya niha dijmin bûn de hewce dike. Naskirina êşû şînan ya beramber tê wateya rêzgirtinê û hêviyê. Ji bo van yekan hemûyan gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan bikare bi cîhana derve re pêwendiyekê ava bike.’’

Stier destnîşan kir ku aşit, bi mantiqeke din pêş dikeve û di nava xwe de mantiqeke din dihewîne û got: ‘’Aşitî bes nayê bêdengbûna çekan. Di heman demê de tê wateya naskirina êşan û lihevkirinê.’’

Franzîska Stier anî ziman ku divê jin di pêvajoya aşitiyê de roleke çalak bilîzin û diyar kir ku laşên jinan di şeran de dibin hedef û li hemberî milîtarîzmê banga têkoşîneke kolektîf kir.  

Stier feraseta Rêber Apo ya konfederalîzma demokratîk weke ‘’modeleke çareseriyê ya gerdûnî’’ nirxand, meseleya Kurd weke meseleyeke neteweyî pênase kir û ev yek anîn ziman: ‘’Nirxên sereke yên weke wekheviya zayendî ya civakî, demokrasiya  hevpar û ekolojiyê hewcehiyên me hemûyan e û ji bo cîhanê jî gelekî girîng in.’’

Stier diyar kir ku şer û trawmayên li Rojhilata Navîn li pêşiya aştiyê astengî ne û ji ber vê yekê jî bal kişand ser girîngiya pêwendiya Rêber Apo ya bi cîhana derve re û got: ‘’Pêvajoyeke bi vî rengî hesas e, divê bawerî ji nû ve were avakirin û Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de dengekî gelekî girîng e. Divê bibe perçeyekî vê pêvajoyê û bi awayekî azad biaxive.’’

Stier di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku li gel bilindbûna tevgerên rastgir û faşîst ên li Ewropayê saziyên navneteweyî bandora xwe ji dest dane û diyar kir ku divê gel ji bo aşitî û edaletê zêdetir înîsiyatîfê bigirin  û got: ‘’Divê dengê Ocalan were bihîstin.’’