Meclîsa Malbatên Şehîdan salvegera rizgariya Kobanê pîroz kir

Meclîsa Malbatên Şehîdan: Di 26’ê Çileyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) mizgîniya rizgarkirina Kobanê dan. Ev mizgînî bû çirûska bidawîbûna DAÎŞ’ê.

Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Malbatê Şehîdan Ronahî Ehmed hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em li ser navê Meclîsa Jin ya Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanî û salvegera 9’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser, li Rêber Apo, li gerîla, li hemû têkoşerên li hemû eniyên şer, li malbatên şehîdan û li hemû gelên ku piştgirya Kobanê kirin pîroz dikin.

Bi saya zarokên vê axê terora tarî hat tunekirin. Ev roja ku zarokên vî welatî bi çekên xwe û bi îradeya xwe li hember hêzeke tarî ya bi nave DAIŞ’ê li ber xwe dan û ji hemû cîhanê re îspat kirin ku gele Kurd xwedî maf e, li ser fikr û ramana Rêber xwe rêxistin dike û têdikoşe.

Faşîzma dewleta Tirk piştgiriya vê hêza tarî kir. Ev hêz tarî bi destê dewleta Tirk a faşîst derbasî axa Kobanê bû û êrişên destkeftiyên Kobanê û projeya neteweya demokratîk kir. Lê bi pêşengiya şervanên YPJ û jinên Kurd, bersiva dijmin hate dayîn. Bi pêşengiya Zozanan, Rêvanan, Arînan, Zehreyan û bi sedan wekî wan îspat kirin ku tu nikare êdî jinan bikin kole.

Jinên têkoşer ên ku li hemberî vê feraseta tarî li ber xwe da, destanên qehremaniyê pêşkêş kirin û niha jî him li ber xwe didin û him jî destkeftiyên gelê herêmê diparêzin.

Em Meclîsa Jinê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bang li hemû gelên herêmê dikin ku li hemberî van hemû êrîşan xwedî helwest bin û xwedî li vê axê derkevin. Em careke din salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû şehîd û gaziyan pîroz dikin.”