Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê: 68 çete hatin girtin

QSD'ê ragihand ku di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 68 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê 68 çeteyên DAIŞ′ê ku di nav de “waliyê wîlayeta Reqayê” yê DAIŞ′ê heye, girtine.

Di daxuyaniya QSD′ê de ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên Hevbeş ên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî di çend saetên destpêkê yên destpêkirina pêngavê de 68 çeteyên DAIŞ′ê ku xwe li nava herêmên niştecihbûnê û mezreyên şêniyan veşartibûn, girtin ku di nava wan de waliyê “wîlayeta Reqayê” hebû. Ew ji hêla serçeteya rêxistina terorîst ve hatibû erkdarkirin ku şane û rêxistinê bi rê ve bibe û mijarên girêdayî "Tugaya Xalid bîn El Welîd" a terorîst a girêdayî DAIŞ′ê bi rê ve bibe û berpirsê êrişa di 26′ê Kanûnê de li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bû.

Di lêpirsîna destpêkê de terorîstê bi navê ′Etaallah El Mîsan′ li xwe mikur hat ku wî êrişên terorîst bi rê ve birine û plan kirine û şênî şantaj kirine da ku desteka darayî ji bo DAIŞ′ê wergire. Her wiha mekanîzmayên têkiliyan di navbera şaneyên terorîst de bi rê ve birine.

Di aliyê meydanî de û li gorî xwesteka rûspî û serokeşîran hêzên di roja duyemîn de operasyonên serdegirtin û lêgerîna li veşartgehên terorîstan ên muhtemel dewam kirin. Vê sibehê hêzan operasyona lêgerînê li bajarokê Kerame yê li rojhilatê Reqayê, li bajarokê Mensûra yê li rojavayê Reqayê, her wiha li bajarokên Sirîn û Curniyê, da destpêkirin.

Di gera yekemîn a operasyonên lêgerînê yên domdar ên li her sê herêman de, hêzan 8 çete girtin û 2 ji wan ber bi herêmên derveyî kontrola QSD′ê ve revîn. Piştî ku wan gule li hêzên operasyonê reşandin, ev yek pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD′ê şeva berê dest bi operasyonekê kir û Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ‎bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir. Armanca wê yekê serdegirtina endamên şaneyên terorîst e, di serî de jî endamên xeternak û wêrankirina kanalên têkiliyan di navbera wan de. Li kêleka wê jî cihên veşartinê yên muhtemel têk bibin û çavkaniya desteka wan ziwa bikin."