Ebdurehman Hisên Hesam li Dêrikê hate veşartin

Bi sedan şêniyan cenazeyê Ebdurehman Hisên Hesam ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşart.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê yên Qamişloyê beşdarî merasîma veşartina welatiyê bi navê Ebdurehman Hisên Hesam bûn.

Hesam di 18′ê Çileyê de, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de li çerxerêya gundê Maşûq ê li nêzî Rawestgeha Arî birîndar bûbû û duh ji ber birînên xwe yên giran şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û wiha got: "Em li Rojava li ser rêça şehîdan in û pêdiviya parastina Rojava ji hemû pêkhateyan heye ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Şerfî wiha got: "Em bombebaranên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin. Li hemberî van êrîşan em ê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.