Bajarê ku neket, lê xist: Kobanê -l-

Kobanê serketineke derveyî sînor e ku bi berxwedana 12 Kurdan dest pê kir û çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêda. Ji roja yekem heta Serketina Kobanê ya dîrokî, ji 'Doza Kobanê' heta rêxistinên sîxur û gefên êrîşê çi qewimî...

Salname 15 Îlon 2014 nîşan dida. Bi rastî hêj roj hil nehatibû. Ewrên tarî li ser bajarekî berxwedanê yê ku dê li cîhanê deng vede derbas dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê ku Mûsil, Şengal, Reqa û Tebqa dagir kiribûn, ji sê aliyan ve dest bi êrîşa li ser bajarê Kobanê kirin. Dewleta Tirk di heman demê de li ser xeta sînor ji bo çeteyan kampên perwerdeyê vedikir û ji bo êrîşan wan amade dikir. Li dijî navenda Kobanê ku yek ji parçeyên herî biçûk ê Rojava û Kurdistanê ye, li dijî Kurdan konseptek nû hate destpêkirin.

12 FEDAÎ Û BERXWEDANA KU RÊYA SERKEFTINÊ NÎŞAN DAYE

Saet di derdora 03.00’an de çeteyên DAÎŞ’ê gihiştibûn gundê Serzûrî yê 37 km dûrî navenda bajarê Kobanê ye. Çeteyên DAÎŞ'ê armanc dikirin ku bi girtina gundê Serzûrî ku cihek stratejîke, Kobanê bikin du parçe û bi hêsanî êrîşî herdu herêman bikin. Lê belê, ew bi ser neketin. Ji ber ku 12 ciwanên Kurd ên fedaî rêya berxwedanê ya ku wê bigihêje Baxozê nîşan dan. Bi sekna xwe yê fedaî nîşanî hemû cîhanê dan ku ew serî natewînin û gelê Kurd wê bi berxwedanê bi ser bikeve. Vê berxwedana fedaî hêz û moralek mezin daye her kesî û êdî her kesî bi çekên xwe yên ferdî yan jî bi her tiştê ku ketiye destê wan, li dijî tankan şer kiriye. Wan pêşveçûna ewrên tarî asteng kirin.

SÎNOR BI BERXWEDANÊ XEMILÎ

Ev berxwedana ku bi rojan dewam kir, pêl bi pêl li hemû Kurdistanê belav bû. Bêdengiya li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê an jî destekkirina wê, bû sedem ku Kurd û dostên wan hêrsên xwe bigihînin qadan.

Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya ciwan û jinan, Kurdan berê xwe dan sînorê Kobanê. Her ku saet û deqe derbas dibûn gel zêdetir diherikîn sînor û bi berxwedana li aliyê din ê sînor re girêdanek çêdikirin. Desthilatdarî û artêşa Tirk a faşîst ku li ser xeta sînor ji bo çeteyan kampên perwerdeyê ava kirin, êrîşî girseyê kirin. Lê tu kes paş ve gav neavêt. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li jêrî sînor û alîgirên faşîst ên li jorê sînor destanên bênavber hatin nivîsandin. Bi nobet û tilîliya jinan, sînorê Kurdistanê hatibû xemilandin.

BERXWEDAN SÎNORÊN KURDISTANÊ JÎ DERBAS KIR

Çalakî tenê bi Kurdistanê re sînordar nema. Ji Rûsyayê heta Emerîkayê, ji Ewropayê heta Afrîkayê, bi kurtasî li çar aliyê cîhanê Kurd û dostên wan di êrîşa li ser Kobanê de li dijî bêhesasiyeta navneteweyî û desteka hêzên navneteweyî ya ji DAÎŞ’ê re rawestiyane û li tevahiya cîhanê berxwedanê bilind kirine. Her kes bi efsûna berxwedanê ya ku bi ruhê fedaîbûnê li Kobanê derket holê, qadan terk nedikir û li dijî dagirkerî û komkujiyan bi hêrseke mezin çalakiyan li dar dixist.

GOTINA ERDOGAN A ‘KOBANÊ KET DÊ BIKEVE’

Serokkomarê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 7'ê Cotmeha 2014'an de li Dîlokê gotibû, "Niha Kobanê dikeve." Van gotinan hêrsa gelên li bajarên Kurdistanê bi taybet Bakurê Kurdistanê dijîn zêde kir. Bi deh hezaran Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û gotinên Erdogan ber bi qadan ve herikîn. Desthilatdariya faşîst a ku tehemûlê berxwedanê nekir, dîsa tevî artêşa xwe û çeteyên Hizbulkontra êrîşî çalakiyan kirin. Di van êrîşan de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev serhildana ku bi navê 'Bûyerên 6-8'ê Cotmehê' derbasî dîrokê bû, meşaleya berxwedanê ya dîrokî ya li Kobanê gurtir kir.

BU PIRTÛK, ÇÎROK Û FÎLMÊN WÊ HATIN ÇÊKIRIN

Berxwedana Kobanê ya dîrokî ku balê tevahî cîhanê dikişîne ser xwe, bûye mijara bêhejmar a nûçe, çîrok, helbest, pirtûk, belgefîlm û fîlman. Ji çar aliyên cîhanê nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û derhêner eleqedar bûn û her kes ber bi Kobanê ve herikî. Ev yek heta îro jî didome. Bi sedan berhemên ku dikarin berxwedana fedaî ya li Kobanê bi dehan zimanan vebêjin hene ku heta niha kes hejmara wan nizane.

SERKETINÊ HINEKAN ACIZ KIR

Bi serketinê re dewleta Tirk pêvajoyek bi navê “Doza Kobanê” da destpêkirin û li dijî kesên ku destek dan berxwedanê dest bi leza girtinê kir. Berxwedan û Serkeftina Kobanê ya Dîrokî ku pêvajoya qedandina DAÎŞ'ê da destpêkirin, niha ji aliyê edaleta Tirkiyeyê ve tê darizandin. Dewleta Tirk a ku di armanca xwe de bi ser neket û berovajî vê yekê têk çû, bi êrîşa li ser kesên ku destekê didin berxwedana Kobanê dixwaze têkçûna dîrokî ya ku xwariye veşêre. Ligel ku bi sedan êrîş pêk anî û nekarî Kurdan tune bike, dixwaze berxwedana Kurdan di nava çar dîwaran de teng bike.

ÎRO LI KOBANÊ ÇI TÊ JIYÎN

Di rastiya xwe de dewleta Tirk a ku bi Serketina Kobanê ya dîrokî têk çû, bi girtinan re sînordar nema. Ji bo ku vê berxwedana ku ji bo hemû cîhanê mînak û destan e, bê wate bike ket nava tevgerê. Bi destê sîxurên MÎT’ê hewl dide li herêmê bi pêkanînên dervî exlaqî di nava ciwanan de sîxurî, tiryak, fuhuş û hwd. pêş bixe. Dewleta Tirk bi taybetî di van du sal û nîvan de lez da van pêkanînên dervî exlaq.

Dewleta Tirk a faşîst ku di operasyonên serketî yên hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî hucreyên MÎT'ê nekarî vê planê bi ser bixîne, ji bo tolê hilîne ku pêvajoya têkbirinê ya DAÎŞ'ê li ku derê dest pê kir, careke din gefê dixwe ku êrîşî Kobanê bike.Ev desthilatdariya faşîst a bi pêşengiya Erdogan ku di 13’ê Mijdara 2022’yan de senaryoya vê pêvajoyê xêz kir, hema bêje her roj êrîşî Kobanê dike, gefa dagirkirinê dixwe.

WÊ BI VEGOTINA ŞAHIDAN DEWAM BIKE

Di berdewamiya dosyeya xwe de em ê Berxwedana Kobanê ya ku bi derfetên kêm ve ber bi serketinê ve hat birin û piştgiriya wê ya bi milyonan, pêvajoya ku ber bi serketinê ve diçe parve bikin û piştre jî êrîşa dewleta Tirk a li ser kesên ku destekê didin berxwedanê, parve bikin. Şahidên Berxwedana Kobanê ya dîrokî Adlê, Arîf Bêkir, Ayşe Efendî, Şêx Mişmiş ji ANF'ê re 5 mehên berxwedanê vegotin.