Şervanê QSD'ê Mihemed Hemawî hate veşartin
Şervanê QSD'ê Mihemed Mahîr Hemawî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê QSD'ê Mihemed Mahîr Hemawî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hate veşartin.
Bi sedan kes ji şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Mahir Hemawî (Cûdî Welat) yê ku 4ʹê Adarê dema erka xwe bi cih dainî li Hesekê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spart axê.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa Salih axivî, di kesayeta şehîd Mihemed de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Beraa Salih got: "Şehîd Mihemd Mahir ji bajarê Himisê ye, ji bo welatê xwe canê xwe feda kir. Şehîd Mihemed wêrekî û hêza xwe ya parastina ewlehî û aramiya vî welatî îsbat kir."
Beraa Salih anî ziman ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta şehîdan dimeşin, dev ji destkeftiyên xwe bernedan û têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê berdewam dikin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hemîd Hesen jî bal kişand ser rola şehîdan di avakirina yekitiya pêkhateyên herêmê de û wiha domand: "Em bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin. Bi saya şehîdan hevgirtina pêkhateyan ava bû."
Hesen diyar kir ku di jiyanê de ji her tiştî re berdêl hene û berdêla azadî û rûmetê şehadet e. Her wiha got: "Em ji dijmin re dibêjin çiqasî êrişên xwe yên hovane li ser herêmên me zêde bike, em serî jê re xwar nakin û tu kes nikare îradeya me bişkîne."
Hemîd Hesen di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Cenazeyê şehîd Mihemed Mahîr bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.