Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îmad Îbrahîm hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îmad Îbrahîm ê di 4’ê Adarê de li Hesekê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) ê di 4’ê Adarê de li Hesekê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin. Bi sedan şêniyê Qamişloyê tev li merasîma veşartinê bûn. Di merasîmê de wêneyê şervanê QSD’ê Îmad Îbrahîm hat hildan û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

Di merasîmê de ewilî Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, sersaxî ji malbata şehîd û hemû gel re xwest. Elî di kesayeta şehîd Qehreman de tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê û bi taybet şehîdên meha Adarê, bi bîr anîn û got: “Şehîd Qehreman bû yek ji wan kulîlkên ku di meha Adarê de canê xwe feda kir, ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çawa Kawayê Hesinkar li hember zaliman serî netewand, çawa Mezlûm Doxan di zindana Amedê de bi berxwedana xwe ya dîrokî serkêşî ji tevahî gelê Kurd re kir, îro şehîd Qehreman jî, ji bo azadiya gelê xwe, azadiya mirovahiyê û ji bo avakirina jiyaneke birûmet canê xwe feda kir.”

Di dawiya axaftina xwe de Elî, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Wek QSD`ê em ê li ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd têbikoşin. Em ê tu carî berxwedana şehîdên xwe ji bîr nekin. Em soz didin heta dawiyê em ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd têbikoşin û gelê xwe biparêzin.”

Bi navê malbat şehîd Qehreman Qamişlo jî dotmama şehîd Bihar Amed axivî, dilsoziya xwe bi şehîdan re nîşan da û biryardariya berxwedanê anî ziman.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Qehreman Qamişlo di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “şehîd namirin” de hate veşartin.