Mihemed Şahîn: Desthilatdarî êrîşî fikrên azad dike

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Herêma Firat Mihemed Şahîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û êrîşan de got “Li ku fikra azad hebe desthilatdarî êrîşî wir dike, ji ber ku dizanin civaka demokrat li dijî pergala desthilatdar metirsiyeke mezin e."

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û her wiha êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.  Di vê çarçoveyê de Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Herêma Firat Mihemed Şahîn ji ANF’ê re axivî

‘BI HEZARAN SALAN LI SER GELÊ KURD QIRKIRIN HEBÛ’

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Herêma Firat Mihemed Şahîn diyar kir ku bi hezaran sal axên gelê Kurd di bin dagirkirinê de bû û gelê Kurd di bin siyaseta qirkirin, helandin û pişaftinê re rû bi rû maye û got “Rejîma AKP’ê ya ku parastina pergala netewe-dewletê dike, tekane armanca wan pişaftina gelê Kurd. Piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîd dan destpêkirin ku bi riya tecrîdê dixwazin gelê herêmê û felsefeya netewa demokrat ku di nava herêmê de belav bûye tune bikin."

‘LI KU FIKRA AZAD HEBE DESTHILATDARÎ ÊRÎŞÎ WIR DIKE’

Şahîn diyar kir ku fikra netewa demokrat a azad li ku hebe dewleta Tirk êrîşî wir dike û got “Dewleta Tirk ne tenê li ser Rêber Apo tecrîd daye destpêkirin. Bi hemû cure çekan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşan dike. Di warê êrîşan de çi ji destê AKP’ê tê, dike. Di heman demê de li dijî gerîlayên azadiyê jî kiryarên derexlaqî tê kirin.”

‘QUTKIRINA ÇEMÊ DÎCLE Û FIRATÊ JÎ ŞEREK E’

Mihemed Şahîn diyar kir ku bi riya qutkirina çemê Dîcle û Firatê re, dewleta Tirk a dagirker şer pêk tîne û got “Ji bo ku gelê herêmê ji rastiya wan dûr bixe, wan bê îrade bihêle û gavekî bi şûnde bavêje, bi azadî û demokratî mafê xwe nehizire, serî li her rêbazê dide. Ji ber vê AKP temsîla pergala faşîzm û şovenîzmê dike.”

Mihemed Şahîn diyar kir hemû dewletên desthilatdar yên li Rojhilata Navîn ji pergala civaka demokrat, azad û wekhev ditirsin û got “Ji ber ku dizanin ev pergal li hemberî pergala wan a desthilatdar metirsiyeke mezin e. Ji ber vê bi her rêbazê êrîşî vê pergalê dikin. Rêxistinên mirovî jî mudaxeleyî ev kiryarên dewleta Tirk nake û erkên xwe pêk nayne. Heke li herêmê demokrasî were avakirin, wê dawiya desthilatdariyê were.”

Şahîn di dawiyê de diyar kir ew xwedî îrade ne, ew ê tecrîdê bişkînin û yekîtiya gelan ava bikin.