Şehîd Çelo Kobanê li ser gora xwe hate bibîranîn

Şehîd Çelo Kobanê (Mustefa Osman) ku yek ji welatparêzên herî dilsozbû û di 1’ê Sibatê de şehîd bûbû, li ser gora xwe hate bîranîn.

Çelo Kobanê yek ji welatparêzên herî dilsoz ê li dijî zext, destdirêjî û êşkenceyên rejîma Baas’ê li ber xwe daye û ji bo avakirina civakeke Exlaqî û Polîtîk kedek mezin daye. Şehîd Çelo Kobanê ku di sala 1979’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, ji roja destpêkê heta roja şehadeta xwe bi awayekî çalak tevlî xebatan bû.

Şehîd Çelo ku di 1’ê Sibatê de şehîd bûbû, di 40 rojiya şehadeta xwe de îro li ser gora xwe hate bi bîranîn. Di çalakiya bîranînê ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir de, kurê Şehîd Çelo Mazlûm Osman axivî. Osman diyar kir ku, ew soza şopandina rêya bavê xwe daye û got, “Heta azadî em bi dest bixin, dê têkoşîna me berdewam bike. Em soza didin hemû cangoriyên azadiyê, heta em xeyalên wan pêk bînin, wê têkoşîna me bênavber berdewam bike."

Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bidawî bû.