Bi girseyî serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD’ê hat kirin

Gelê Amûdê, çû serdana konê sersaxiyê ku ji bo şervanê QSD’ê Qehreman Qamişlo hat danîn.

Li Amûdê bi sedan kes, MeclÎsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û endamên PYD’ê ji bo sersaxiyê ji malbata Şehîd Qehreman re bixwazin, çûn serdana konê sersaxiyê ku li gundê Pêtinê hat danîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî Dawûd ku bi kurtî axivî, gotina “Berxwedan jiyan e“ ya Mazlûm Dogan ku kadroyekê pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, bi bîr xist.

Elî Dawûd destnîşan kir ku şehîd, li gor fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo jiyaneke azad û bi wekhevî canê xwe feda dikin.

‘EM Ê XETA BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN’

Berxwedan Amûdê ku fermandarekê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê ye, got: “Hevrêyê me Qehreman, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi qehremanî şer kir û tev li gelek pêngavên azadiyê bû. Em ê heta bi dawiyê di rêya Şehîd Qehreman de bimeşin û çeka wî li erdê nehêlin.“

Adil Mele Emîn ku li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Adar, meha berxwedan û têkoşînê ye, meha Mazlûm Dogan e. Ji bo bibin layiqê têkoşîna şehîdan, em ê bi rêça wan a berxwedanê de biçin.“

Xizmê Şehîd Qehreman Hejar See Îbrahîm jî got ku ew ê çeka Qehreman li erdê nehêle.

Serdana ji bo konê sersaxiyê, bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.