Îsraîlê êrîş bir ser Sûriyeyê: 2 kes hatin kuştin

Îsraîl carek din êrîşên hewayî li dijî welatê cîran Sûriyeyê pêk anî. Hat ragihandin ku 2 endamên milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên Îsraîlê depoyeke çekan li rojavayê Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de 2 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin û 3 leşkerên Şamê jî birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kir ku di navbera Tartûs û Hemayê de depoyeke çekan a hêzên alîgirên Îranê hatiye hedefgirtin.

Her wiha hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê hin fûze îmhakirine. Li aliyê din artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew ê têkildarî agahiyên di çapemeniya biyanî de daxuyanî nedin.

Îsraîl ji sala 2011’an ve ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, bi sedan êrîş li dijî hêzên Îranî, Hizbullaha Lubnanî û li dijî hêzên Şamê pêk anîne, lê kêm caran derbarê êrîşan de daxuyanî daye.

Di êrîşa Îsraîlê ya roja Sêşemê ya li ser balafirgeha Helebê de 3 kes ku di nav wan de efserekî Şamê jî hebû, hatin kuştin.

Di 19’ê Sibatê de, li Şamê di êrîşeke hewayî de ya li dijî taxa ku gelek servîsên ewlehiyê lê ne 15 kes hatibûn kuştin.