Hikûmeta Şamê rê li ber alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê digire

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da xuyakirin ku hikûmeta Şamê, alîkariya ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye şandin, asteng kiriye.

Li gorî daxuyaniya di malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye weşand, alîkariya ku xelkê Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehba û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şandiye, 6 roj in ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li Deriyê Tayiheyê hatiye rawestandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beriya 6 rojan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 kamyonên alîkariya mirovî ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin, wergirtine.

Her wiha hate gotin: "Rêveberiya Xweser, derbasbûna alîkariya xelkê Silêmaniyê şandye, hêsan kiriye û gihandiye deriyê Tayiheyê, lê ji bo derbaskirinê, li benda erêkirina hikûmeta Şamê ye.“

Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser di gelek daxuyaniyan de xwestiye ku mijara mexdûrên erdhejê neyê polîtîzekrin, lê aliyên din polîtîze, qebûl nakin ku dereng mane, alîkariyê red dikin û hat diyarkirin ku hêj jî aliyê mirovî yê mijarê tê piştguhkirin û hewcedariya mexdûran bi alîkariya mirovî tê jibîrkirin.

Meha Sibatê jî hikûmeta Şamê 9 rojan 100 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba û Helebê amade kiribûn, asteng kirin û dest danî ser nîvê wan.