Ji destpêka erdhejê û heta niha çi li Şehbayê qewimî?
Rejîma hikumeta Şamê li şûna hêza xwe di alîkariya gelê xwe de bi kar bîne, siyaseta xwe ya birçîkirinê li dijî herêma Şehba domand.
Rejîma hikumeta Şamê li şûna hêza xwe di alîkariya gelê xwe de bi kar bîne, siyaseta xwe ya birçîkirinê li dijî herêma Şehba domand.
Herêma Şehbayê ku 5 sal in xelkê Efrînê koçberî herêmê bûne û ji bo vegera Efrînê li wir li ber xwe didin. Li aliyekî din ji destpêka koçberiyê û heta niha hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser herêmê ferz dike, di encama wê de ji derman û heta pêdiviyên herî piçûk ên jiyanê li herêmê bi hêsanî nayê peyda kirin. Lê dîsa jî rêveberiya xweser banga xelkên herêmên din kir da ku li ser erdheja ku çêbûye bi wan re bibin alîkar.
DORPÊÇ; HIKÛMETA ŞAMÊ DOSYAYÊN MIROVÎ TEVÎ YA SIYASÎ DIKE
Tevî ku erdheja 6'ê Sibatê yê ku navenda wê Bakurê Kurdistanê bû herêmên berfireh ji Sûriyê jî bandor bûn û di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî. Rejîma hikumeta Şamê li şûna hêza xwe di alîkariya gelê xwe de bi kar bîne, siyaseta xwe ya birçîkirinê li dijî herêma Şehba domand. Bi koçberkirina darê zorê ya xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve dorpêça hikumeta Şamê li ser herêma Şehba dest pê kir. Hemû pêwîstiyên jiyanê li ser gel da qutkirin her wiha ev dorpêç li şûna ku di bûyera erdhejê de sivik bibe berevajî wê hê xurtir bû.
Di saetên destpêkê yên erdhejê de karwana alîkariyan ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ve hatibû şandin berê xwe dan herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Lê ew karwana alîkariyan ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser bendera Teyha yê ku li Minbicê dikeve hate astengkirin ji ber wê piştî 12 rojan bi bilindkirina astên çalakiyên gel û derketina xwepêşandanan ku ambargoya hikumeta Şamê şermezar kirin, karwanên alîkariyên gihiştin herêma Şehba û her du taxên Helebê Şêx meqsûd û Eşrefiyê.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve jî topbarana xwe li ser herêmên Şehba û Şêrewa nedan sekinandin. Di dema ku Tirkiye û herêmên di bin dagirkirkeriya wê de li bakur û Rojavayê Sûriyê di karesatekê cidî re derbas dibe û bi deh hezar kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane dîsa Tirkiyeyê dev ji hedefgirtina gelê Kurd berneda.
Li gorî wê ji destpêka erdheja 6'ê Sibatê û heya niha dewleta Tirk a dagirker nêzî 97 caran kantona Şehba û navçeya Şêrewayê ya Efrîna dagirkirî bi obus û hewanan topbaran kir. Di dîroka 16-02-2023'an de encama topbarana bajarokê Til Rifet bi 6 rokêtên hewanê welatiyeke bi navê Yosêf Ebîd yê 70 salî jiyana xwe ji dest da, welatiyek bi navê Şêx Taha Ebd El-Feteh yê 50 salî birîndar bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku welatiyê bi navê Yosêf Ebîd ji ber bandora erdhejê li ser malê wî li Helebê berê xwe dide Til Rifatê ya Şehbayê. Lê di encama topbarana dewleta Tirk a li ser Til Rifatê jiyana xwe ji dest dide.
BI DERFETÊN HEYÎ, ŞAREDARIYA GEL LI ŞEHBA DI REWŞA SEFERBERIYÊ DE YE
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê di rojên destpêkê ya erdhejê de daxuyaniyek çapemeniyê ragihand û tê de bang li hemû gelan kir ku xwedî li wan derkevin. Li gorî wê bi hezaran gelê Helebê û herêmên din ên Sûriyeyê berê xwe dan Şehbayê û li hemberî wê jî gelê Efrîn û Şehba hemû gel pêşwazî kirin.
Heya niha li Şehbayê ji bilî kampên heyî (Serdem- Berxwedan- Veger- Şehba- Efrîn) 450 çadir li deverên curbecur ji bo xelkê ku malên wan tunene hatin avakirin. 350 konên nû li kampa Serdem, 80 kon li kampa Veger û 20 kon li kampa Berxwedan hatin vedan. Her wiha li gorî desteya rêveberiya hundirîn a kantona Efrîn û Şehba heya ku derfet di destê wan de heye wê alîkariya hemû mexdûrên erdhejê bikin.
Heya niha nêzî 3700 malbat ji deverên curbecur ji Sûriyê piraniya wan ji Helebê ne berê xwe dane Şehbayê û di nav navçe û kampên Şehbayê de belav bûne. Li gorî wê belav bûnê mexdûrên ku berê xwe dane Şehbayê wiha ne:
Her wiha nêzî 100 malbat ku 456 kes in berê xwe dan kampa Veger a girêdayî navçeya Şêrewa a Efrînê dagirkirî.
Li gorî desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Efrîn û Şehbayê ku komîteyeke ji aliyê wan ve hatiye avakirin û wiha gotin "Komîteya ku hatiye demezrandin di nav wê de kesên endizyar kesên pispor di avahîsaziyê de cihê xwe digirin ji ber wê ew komîte di kontrolkirina hemû avahiyên Şehba û Heleb de erkdar in. Li gorî wê heya niha pêngava kontrolkirina avahiyan berdewam e.
REWŞA TENDIRUSTÎ LI ŞEHBA
Di vê alî de Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî a Hesen Nebo derbarê rewşa Tendrustiya li Şehbayê axivî û diyar kir ku herêma Şehba berê di şereke giran re derbas bûye, her wiha di aliyeke din de dorpêçeke giran lê heye û got: “Li herêma Şehba 7 cihên Heyva Sor hene lê ji ber kêm derfetan ev noqte nikarin li gorî ku tê xwestin erka xwe pêk bînin, di van demên dawî de jî dema erdhej çêbûye Heyva Sor ji beşek ji Şehbayê derbasî taxên Helebê bû ji bo alîkariyê, li wir jî 4 konên mezin hatin vegirtin ji bo gel tê de bi cih bibe. Li kêleka di aliyê pêwîstiyên rojane de heta astekê bi gel re bûn alîkar, piştî wê Rêveberiya Heyva Sor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest alîkariya gel li van herêman bike lê ji ber dorpêça heyî karwanên alîkariyê zêdetirî deh rojan li ber derî man ev di encama dorpêça heyî ya li ser herêmê de ye. Piştî zêdetirî 10 rojan ew alîkarî derbas bû, her wiha li kêleka wan xelkê Silêmaniyê alîkarî ji bo gel şand li kêleka wan dixtorên Elmanî derbasî herêmê bûn da ku rewşa herêm nas bikin û astengiya ku gel dikşîne bibînin. hate dîtin ku gel di pêwîstyên xwe ên herî pîçûk de astengiyan dikişîne.”
REWŞA DIBISTANÊN LI ŞEHBA
Erdheja ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî, bandor li Sûriyê kir ku bû sedem 3 dibistan li Şehba bi temamî ji xizmetê derkevin. Her wiha 5,500 xwendekar ji bo temamkirina xwendina xwe di nav konan de bixwînin.
Piştî şandeyek endezyaran yên ku ji aliyê meclisa kantona Efrîn û Şehbayê ve hate şandin û hate tespîtkirin ku 3 dibistan bi temamî ji xizmetên derketine her wiha 70 dibistan pêdiviya wan bi restorekirinê heye ku ji ber wê 3 hefteyan ji destpêka erdhejê xwendin li Şehba hate tevizandin.
Ji ber wê meclisa kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo ewlehiya xwendekaran civînek awarte li dar xistin û biryar dan ku çareseriyên alternatîf nîqaş bikin. Meclisê dixwest wan dibistanên ku ziyan dîtine restore bikin, lê dorpêça ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser herêma Şehba ferz kiriye nehişt ku kelûpelên avahîsaziyê derbas herêmê bibe; ji ber wê meclisê biryar da ku konên dersan bên vedan da ku pêvajoya perwerdeyê were berdewamkirin. Di vê çarçoveyê de li dibistana Şehîd Egîd a navçeya Ehdas 33 kon, li peymangehên şehîd Viyan Amara jî 3 kon û li dibistana Şehîd Kendal a gundê Til Qirahê jî 22 kon hatin vedan. Di dawiyê de hejmara konên ku xwendekar ku perwedeyhiyê xwe dibînin 58 kon in.
Xwendekarê bi navê Şiyar Çîlo ku li gundê Til Qireh a Şehbayê dixwîne diyar ku ji ber ku berê dibistanên ku lê dixwînin ziyanên mezin dîtine û bi erdhejê re ew ziyan zêdetir bûn û ev tişt anî ziman: “Berê dibistanên me yên ku em têde dixwînîn zirar dîtine. Piştî erdheja 6'ê Sibatê dibistanên me bi carekê de bandor bûn. Ji bo wê jî demekê dibistanên me hatin rawestandin lê dîsa em niha xwendina xwe di bin konan de berdewam dikin.”