Dewleta Tirk li Efrînê 80 darên din ên zeytûnê birî
Çeteyên El Hemze yên Tirkmenî yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîn a dagirkirî 80 darên din ên zeytûnê birîn.
Çeteyên El Hemze yên Tirkmenî yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîn a dagirkirî 80 darên din ên zeytûnê birîn.
Çeteyên El Hemze yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Gewrika yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî, darên zeytûnê yên Mihemed Teter birîn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyan 80 darên zeytûnê yên di zeviya navbera gundê Tilifê û navenda navçeya Cindirêsê de birîne.
Ji dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatiye dagirkirin, talankirina xwezayê, revandina mirovan, êşkence, kuştin û guhertina demografiya herêmê bûne kiryarên rojane li Efrînê.