Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Dede hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPGʹê Mihemed Dede ku ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Şehbayê hat veşartin.

Şervanê YPGʹê Mihemed Dede yê bavê şehîd Şaho, 9ʹê Adarê ji ber nexweşiya penceşêrê li Helebê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Mihemed Dede bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şehbayê hat veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed Dede ji Nexweşxaneya Avrîn a li Fafînê wergirt û bi karwaneke ji sedan erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ve kete rê.

Li goristanê, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hesen Berko sersaxî ji malbata şehîd Mihemed re xwest û wiha got: "Bi saya fedakariyên şehîdan û şehîd Mihemed em dibînin ku projeyên me yên demokratîk û xuşk û biratiya gelan ber bi armanca xwe ve diçin."

Hesen Birko bal kişand ser karesata erdhejê û planên dewleta Tirk a dagirker û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemû planên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna karesatan ji bo projeya xwe ya dagirkirinê wê bi ruhê berxwedan û têkoşînê bin bikevin."

Rêveberiya Kongra Star Ferîde Îbo jî sersaxî da malbata şehîdan û diyar kir ku wê xeta şehîdan bişopînin heya pêkanîna xeyalên wan.

Her wiha keça şehîd Rîm Dede jî wiha got:" Em soza şopandina rêya bavê xwe didin ji ber ku malbatê em li ser rêya welatparêziyê mezin kirine."

Dûre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Mihemed Dede bi dirûşmeyan hat veşartin.