Agirê Newrozê li Kobanê hate dadan
Agirê Newrozê li navçeya Şêran a Kobanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn.
Agirê Newrozê li navçeya Şêran a Kobanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn.
Bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin" agirê Newrozê îro li navçeya Şêran a li rojhilatê Kobanê gur bû.
Piştî dadana agirê Newrozê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre jî Litfiye Mehmûd axivî û Newroz li berxwedêran hemûyan pîroz kir.
Litfiye Mehmûd got, "Agirê Newrozê bi bedena Mazlûm Dogan geş bû. Bi saya Mazlûm Dogan û Hawayê Hesinkar em Newrozê pîroz dikin. Li ser şopa Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan em ê di 21'ê Adarê de berxwedana xwe xurtir bikin û azadiyê teqez bikin."