‘Bi coşa Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin’

Mamoste û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo amadekariyên Newrozê goti "Em ê bi coşa Newrozê azadiya fîzîkî a Rêber Apo teqez bikin "

Beriya Zayînê di sala 612’an de li hemberî desthilatdariyê çirûska serîrakirin û berxwedaniyê hat pêxistin. Li dijî Dehaqê ku mêjiyên gelê Kurd ji bo nexweşiya xwe wekî derman bi kar dianî, bi berxwedaniyê Kawayê Hesinkar dawiya koletî û desthilatdariyê hat û li dijî zilmê serî hatin hildan.

Çirûska Newrozê her ku çû mezin bû, bi bedena Mazlûm, Rehşan û Zekiyan ku bi bedena xwe destan nivîsandin û li dijî desthilatdariyê dîsa serî hildan. Newroz li dijî zilmê serhildan û berxwedan e. Ev berxwedana li dijî desthilatdariyê heta îroj her ku diçe xurttir dibe.

Desthilatdariya vê demê dixwazin wateyeke din bidin vê rojê û Newrozê weke rojeke seyranê bidin pejirandin. Di Newrozê de lehengî û berxwedanî derdikeve pêş, li aliyê din jî desthilatdarî Newrozê qedexe dike. Ji ber vê jî êdî rêya berxwedanî û serîrakirina li dijî desthilatdariyê derdikeve pêş.

Mamosteya Beşa Muzîkê Silava Horan derbarê Newroza îsal de diyar kir wê bi Newrozê re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin û got “Em ji bo tevahiya gelê Kurd û gelên herêmê li benda saleke serkeftî ne. Me ji bo Newrozê amadekariyên xwe yên muzîk, şano û govendê amade kirine. Bi coşa Newrozê û bi berxwedanê em ê vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Endama Koma Botanê, Mehbûba Eto jî anî ziman ku wê di Newroza Sirîn, Eyn Îsa û Kobanê de amade bin û got “Em vê Newrozê li dayikên şehîdan, li gerîlayên azad û li xwediyê fikra azad li Rêber Apo pîroz dikin. Em ê bi hêviya serkeftinê bi coşeke mezin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin.”