Li Qamişloyê şehîdên komkujiyê hatin bîranîn
Li Qamişloyê şehîdên komkujiyê û Serhildana 12’ê Adarê hatin bîranîn.
Li Qamişloyê şehîdên komkujiyê û Serhildana 12’ê Adarê hatin bîranîn.
Bi sedan şêniyên pêkhateyên Kurd û Ereb li goristana taxa Qidorbeg a Qamişloyê kom bûn û şehîdên komkujiyê û Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anîn.
Li wir endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişloyê Hesne Remo axivî û şehîdên serhildanê û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.
Li ser armancên komploya ku di 2004′an de li dijî gelê Kurd pêk hatiye, Hesne wiha got: "Rejîma Sûriyeyê hewl da fitneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne. Lê bi saya yekitî, hevgirtin û ruhê serhildanê planên wê bi bin ketin. Li ser gorên şehîdên serhildanê îro hemû pêkhate di bin sîwana xwişk û biratiya gelan û neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêş kêş kiriye kom bûne."
Hese di dawiyê de soz da şehîdên komkujiyê, Serhildana Qamişlo û tevahî şehîdan ku heta rizgarkirina gelan li ser şopa wan bin.
Bi dehan şênî û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir endamê PYD′ê Şerîf Hecî Mehmûd axivî û got ku serhildan bû bingeha Şoreşa 19′ê Tîrmehê.
Mehmûd wiha domand: "Tiştê li Qamişloyê û yê li dijî mafên gelê Kurd pêk hatiye, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî Amedsporê pêk tîne û armanc heman e ku fitneyê di nava gelan de derxin."
Mehmûd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê îspat kir ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e û dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember fitneyan têbikoşin û Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ava bikin."
Piştre girseya gel berê xwe da Yarîgeha Şehîdên 12′ê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hat û veguherî serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bû.
Li qada Yarîgeha Şehîdên 12′ê Adarê merasîma salvegera 19′an a komkujî û Serhildana Qamişloyê destpê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi ruhê Serhildana 12′ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin" merasîm lidar xist. Şandeyên ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê û girseya şêniyên serdana gorên li taxa Qidorbegê û Goristana Şehîd Delîl Saroxan kiribûn, beşdar bûn.
Her wiha di merasîmê de pêkhateyên herêma Cizîrê û Dêrazorê yên ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, nûnerên ji saziyên siyasî, sivîl, jin, ol, ciwan û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê beşdar bûn.
Merasîm bi muzîka ji hêla koma Serdemê ve û sirûda Kurdî Ey Reqîb destpê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Kongra Star axaftin hatin kirin.
Tê payîn tîmên Dêrazor û Cizîrê maçekê bilîzin.