Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd 2 milyon û 626 hezar îmze hate komkirin
Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 milyon û 626 hezar îmze kom kir.
Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 milyon û 626 hezar îmze kom kir.
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist ku wan di 22’ê Çile de bi koordînasyona Însiyatîfa Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan-Sûriyeyê re dest bi kampanyaya îmzeyan kiribûn.
Li Stada Heysem Kîçe ya bajarê Qamişlo têkildarî encamên kampanyaya bi dirûşmeya ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dike ku bila tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were’ daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê Şam, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan bûye. Ev kampanya di 22’ê Çileya 2023’an de hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze hatine komkirin.”
Înîsiyatîfê bang li rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku guh bidin daxwazên wan û got, “Zêdeyî 23 meh in agahî ji Ocalan nayê stendin. Bi taybetî jî bandora erdheja ya li ser Girava Îmraliyê nehatiye zelalkirin."
Îmze ji bo ku bigihêje ber destê CPT’ê teslîmî Înîsîyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin.