‘Ti hêzeke kapîtalîst nikare li dijî berxwedana gelan bi ser bikeve’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê şehîdên Komkujiya 12’ê Adarê bi bîr anî û got: “Ti hêzeke kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekitî û berxwedana gelan bi ser bikeve.”

Di merasîma bîranîna Komkujî û Serhildana 12′ê Adarê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş axivîn. Merasîm li Yarîgeha Şehîdên Serhildana 12′ê Adarê ya Qamişloyê hate lidarxistin.

Telet Yûnis hemû şehîdên şoreşa azadî, demokratîk û xwişk û biratiya gelan di şexsê şehîdên komkujî û Serhildana 12′ê Adarê de bi bîr anîn.

Yûnis diyar kir ku li Qamişloyê Serhildana 12′ê Adarê destpê kir û li tevahî Rojava, Şam, Heleb û Ewropa belav bû û wiha got: "Gel di serhildanê de bi hev re bi dirûşma ′Na ji desthilatê re, na ji siyasetên qirkirin û fitneya di navbera pêkhateyan de′ bang kir."

Yûnis wiha domand: "Ti hêzeke kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekitî û berxwedana gelan bi ser bikeve. Serhildana 12′ê Adarê nîşaneya vê yekê bû ku ev rejîm nikarin siyasetên xwe yên înkar û nijadperestiyê dewam bikin û divê demokrasî pêk bê."

Yûnis da zanîn ku gelê herêmê bi rêya vîn û têkoşîna li dijî siyasetên qirkirin û fitneyê xwe îspat kir û wiha pêde çû: "Serhildana Qamişloyê veguherî bingeha şikandina dîwarên tirsê li gel gelê Sûriyeyê, her wiha bû bingeha Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Yûnis destnîşan kir ku bi ruhê Serhildana Qamişloyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate damezrandin. Lê rejîma desthilat a Şamê hîna siyaseta înkarê dewam dike.

Yûnis ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser bû vîna hemû gelan û hewl dide çareyeke bingehîn ji krîza Sûriyeyê re bibîne û diyaloga Sûrî-Sûrî lidar bixe. Lê çeteyên Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyî û rejîma Sûriyeyê di zihniyeta xwe de dewam dikin û hewl didin lihevkirinên xwe nû bikin, mîna peymana Edene ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê û bidawîkirina projeya neteweya demokratîk."

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş komkujiya ku di 12′ê Adara 2004′an de li Qamişloyê pêk hatiye, şermezar kir û wiha got: "Ev bûyer plankirî bûn ku fitne di navbera Kurd û Ereban de çêbe."

El Etoş da zanîn ku şêniyên Dêrazorê dizanin ku ev komplo û fîtne ji bo tevlîheviya navbera her du pêkhateyan de plankirî bû û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek gel in û xwîna me yek e. Em nahêlin aliyek fitneyê di nava me de derxe. Me bi tevahî şêweyan û bi hev re şerê terorê kir. Lewma wê gel li dora QSD′ê bimîne û wê Rêveberiya me ya Xweser û hêzên me li hember van astengiyan berxwedêr û serbilind be."