QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervan Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo ji ber qezayekê di dema perwerdehiyê de şehîd bûne.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervan Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo ji ber qezayekê di dema perwerdehiyê de şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervan Cûdî Welat û Qehreman Qamişlo ji ber qezayekê di dema perwerdehiyê de şehîd bûne.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dewreyeke perwerdehiyê ya hêzên me de; ji ber qezayekê 2 şervanên me gihîştin asta şehadetê; Mihemed Mahir Hemewî (Cûdî Welat) û Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) ne.
Hevrêyê me Cûdî, di demeke zû de tev li hêzên me bû û di gelek cengên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de beşdar bû, wî berxwedaneke hêjayî gel û hêzên wî da meşandin û gihîşt astên giring di pêşengtiya hêzên me de, ew ji bo me nimûneya şervanê sozdar bû.
Hevrêyê me Qehreman jî xwedî moral bû, her tim ji bo hevrêyên xwe alîkar û piştgir bû, ji ber jîrbûna xwe ya di danîna plan û taktîkên leşkerî de, wî cihê xwe di astên pêş de girt û di karê xwe de serkeftî bû.
Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan ku rêya şehîdan bişopînin û li têkoşîn û berxwedana xwe heta bidestxistina serkeftinê dewam bikin.“
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Cûdî Welat
Nav û paşnav: Mihemed Mahir Hemewî
Navê dayikê: Nejdiye
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 4'ê Adara 2023’yan
Nasnav: Qehreman Qamişlo
Nav û paşnav: Îmad Îbrahîm
Navê dayikê: Xezal
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo, 1995
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 4'ê Adara 2023’yan