Şervan Mislim: Xwestin di şexsê Helebçe de netewa Kurd tune bikin

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî Komkujiya Helebçe yê got, "Xwestin di şexsê Helebçe de netewa Kurd tune bikin. Lê gelê Kurd xwedî kokeke kevnar a berxwedanê ye, ji ber vê her tim li dijî zordaran serî hildane."

Rejîma Baas a Iraqê bi serkêşiya Saddam Huseyîn di sala 1988`an de bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama vê êrîşê de zêdetirî 5 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi hezeran jî birîndar bûn. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim bi wesîleya salvegera 35’emîn a komkujiya Helebçe yê ji ANF’ê re axivî.

’XWESTIN DI ŞEXSÊ HELEBÇE YÊ DE NETEWA KURD TUNE BIKIN’

Şervan Mislim anî ziman ku komkujiya Helebçe yê di dîroka Kurdan de weke rojek reş û tarî ye û got, “Bi destê sîstema faşîst xwestin di şexsê Helebçe yê de netewa Kurd tune bikin. Ji dîrokê heta roja îro li dijî Kurdan bi hezaran komkujî pêk hatine. Bi sedan netewên ku xwedî çand, nasname û maf bûn, bi pêş ketina netew-dewlet û zîhniyeta nijad-perest re, bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû man. Civakên xwe xwe bi nasname û çanda xwe birêve dibin her tim rastî êrîşên desthilatdariyê tên. Desthilatdarî dema ku encama dixwaze bidest nexe vê carê bi rêbazên dijmirovî komkujî pêk tîne."

BI RÊBAZÊN CUDA ÊRÎŞ KIRIN LÊ ZIHNIYET Û ARMANC YEK E

Şervan Mislim komkujiya Geliyê Zîlan, Komkujiya Dersimê jî bibîr xist û wiha dewam kir, “Bi şewitandina gundan, komkujî û koçberkirinê re, hewl hat dayîn bi hezaran Kurd esîmle bikin. Armanc qirkirina çandî û fizîkiye. Çawa di şerê cîhanê ya yekemîn û duyemîn de komkujî li dijî Ermeniyan pêk anîn û xwestin gelê Ermenî ji kokê tune bikin, hewl dan bi vî rengî nêzî gelê Kurd jî bibin. Bi rêbazên cuda êrîş kirin, lê zihniyet û armanc yek e. Lê belê gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar a berxwedanê ye, tu carî serî netewandiye û li dijî her êrîşê li ber xwe daye.”

DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê HEWL DIDE QIRKIRINA KURDAN PÊK BÎNE

Mislim destnîşan kir ku, îro jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide bi çekên kîmyewî qirkirina Kurdan pêk bîne û ev tişt got, “Desthilatdariya AKP’ê ku serkêşiya wê Erdogan dike, li Bakûrê Kurdistan, Başûr, Rojava û bi êrîşên xwe dixwaze qirkirina hêzên Kurdan pêk bîne. Li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bikar tîne, bi komên çekdar hewl dide êrîşê sivîlan bike. Dewleta Tirk li dijî gelên Rojava ku azadiya xwe dixwazin, çeteyên DAÎŞ’ê destek kir. Bi rêya êrîşên hewayî, topbaran û şerê derûnî hêj êrîşê sivîlên li herêmê dike. Armanc ji holê rakirin û qirkirina netewa Kurd e. Ev jî berdewama siyaseta komkujiya Helebçe ye.”

ÊDÎ NEXŞEYA ROJHILATA NAVÎN BI SAYA GELÊ KURD WÊ JI NÛ VE WERE DIYAR KIRIN

Şervan Mislim da zanîn ku, gelê Kurd di serdemek hesas re derbas dibe û wiha dewam kir, “Gelê Kurd bi berxwedana xwe heta roja îro hat û gelek destkeftî bi dest xist. Divê asta vê berxwedaniyê bi hevgirtinê mezintir bibe. Êdî nexşeya Rojhilata Navîn bi saya gelê Kurd wê ji nû ve were diyar kirin. Gelê Kurd hem di warê dîplomasî hem jî di warê leşkerî de xwe îsbat kiriye. Terora DAÎŞ’ê bi saya berxwedaniya gelê Kurd û şervanên leheng têk çûye. Gelê Kurd bi hevgirtin û yekîtiyê dikarin pêşî li komkujiyên mezintir bigirin. Pêwîste destkeftiyên hatine qezenckirin bên parastin. Em îro xwedî hêz in. Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, ev pêngavek girînge di dîroka Kurdistanê de. Li hember siyaseta esîmlekirinê divê em xwedî li çanda xwe derkevin, da ku Helebçe neyê dubarekirin.”

Şervan Mislim di dawiyê de anî ziman ku hikûmeta Iraqê hêj jî siyaseta qirkirinê li dijî Helebçe yê pêk tîne û got, “Li dijî ciwanên Helebçeyê siyaseta asîmlekirinê tê pêk anîn. Dixwazin bi siyaseta xwe ciwanan ji rastiya wan dûr bixin. Helebçe bajareke ku gelê Kurd lê dijî. Komkujiya Helebçeyê hêj jî, ji aliyê dewletên neteweyî ve wek komkujî nehatiye pejirandin. Banga me ew e ku Komkujiya Helebçe yê nas bikin.”